Papayê Vatîkanê han dide ku krîstiyan vegerin navçeyên xwe
Papa Francis di peyamek vîdyoyî de digel zêdetir ji 50 rêxistinên nehikûmî yên Katolîk ragihand, ji rewşa Krîstyanên li Iraq û Sûriyê dilgiran e, jiber ku bi egera şer û tundûtîjiyê neçar bûn e, navçeyên xwe bicih bihêlin û derberder bibin.
Papa dibêje, li meha Adara bê, dê seredana herêma Kurdistanê û Iraqê bike û pêwîst e, heta wê demê, rê bo vegera Krîstyanan bê xweş kirin û Krîstiyan vegerin navçeyên xwe.
K24
