Mezlûm Kobanî: Kongireya vê dawiyê destpêka qonaxeke nû ye
Fermandarê Giştî yê HSDê di peyamekê de ku li ser hesaba xwe ya twîterê belav kiriye, herwiha dibêje, ew piştevaniya wan encaman dikin û dê bişopînin ji bo ku bêne cîbicîkirin.
General Kobanî diyar jî kiriye ku ew bi hêvî ne, ev yek bibe “destpêka qonaxeke nû” û bibe sedema aramî, asayîş û geşedana navçeyê bi giştî.
Mezlûm Kobanî di twîta xwe de wiha gotiye: “Encamên Kongreya Niştimanî ya xelkê Cizîrê û Feratê destpêka qomaxeke nû ye ji bo pêşeroja navçeyên me. Em piştgiriya van encaman dikin û hewl didin wan bişopînin û wan pêk bînin. Herwiha em hêvîdarin, ku ev bibe destpêka qonaxekê ku pê re istiqrar û pêşketin û geşedanê bo navçeyên me bi giştî bîne.”
Roja 25ê Mijdarê li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, yekemîn Kongreya Meclisa Sûriya Demokratîk MSDê di jêr navnîşana “Kongreya Niştamanî ya Xelkê Cizîr û Feratê” de hatibû lidarxistin.
Peywendiyên navbera pêkhateyan, giringiya projeya Rêveberiya Xweser, guhertina şêwazê Rêveberiya Xweser, hilbijartin, girêbesta civakî, diyaloga Sûrî-Sûrî, diyaloga Kurdî-Kurdî û zehmetiyên li pêşiya diyalogan, materyal û rêbazên xwendinê, rewşa jinê, mijarên vê kongreya bûn û bi gotina desteya amadekar a kongreyê, 230 kes ji serkirde û nûnerên xelkê navçeyên di bin desthilata Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de têde beşdar bûn, lê beşek ji kesayetiyan bi riya onlin beşdar bûn.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk berî niha gotibû, proseya derketina kadroyên ne Sûrî ji Rojavayê Kurdistanê destpê kiriye, ku ev mijar yek ji xalên di nava diyaloga Kurdî-Kurdî de ye û Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxwaza vê yekê dike, lê belê heya niha nehatibû çareserkirin.
Grûpa krîzên navdewletî jî di van demên dawiyê de raporta xwe derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de belav kir û li gor naveroka raportê, General Mezlûm Kobanî ji wan re gotiye, ku derketina kadroyên PKK ji Rojavayê Kurdistanê destpê kiriye.
Bi gotina Kobanî, kadroyên PKK dê Rojavayê Kurdistanê bi cî bihêlin, lê ew jî dem jê re pêwîst e.
Rudaw
