Qaymeqamê Şingalê: Ew dem bi dawîbû PKK li Şingalê aloziyan bike
Vê derbarê de qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji BasNewsê re ragehand: ‘’PKK hemû hewlekî dide nav Şingalê bimîne û hikûmeta Iraqê jî rijde li ser derxistina PKKê li wî sînorî û xwepêşandanên îro grubên PKKê dikin, nûnertiya xelkê Şingalê nakin, ji ber xelkê Şingalê aramî û seqamgirî û avadaniyê bo deverê dixwazin.’’
Qaymeqamê Şingalê got: ‘’Li gor biryar û li gor xalên rêkeftina navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê divê PKK ji hemû binke û baregehên xwe yên nav Şingalê derkeve û radestî hikûmeta Iraqê bike û naha jî polîsê federal nav Şingalê bo wê armancê kar dikin.’’
Mehma Xelîl amaje bi wê yekê jî kir ku: ‘’Polîsê federal bo dabîn kirina asayîş û seqamgiriya Şingalê dest bi çalakiyê kiriye û li gor biryarê gelek grub û hêzên çekdar nav Şingalê de hene ku ser bi PKKê ne wek ‘’YPŞ, Berxwedana Şingal û Hêzên Parastina Şingal’’ û gelek hêzên din ên bi navên cuda li Şingalê hene ku piraniya wan ser bi PKKê ne, divê demekî herî zû de Şingal bê vala kirin, heta ku aramî û seqamgirî vegere navçeyê.’’
Basnews
