• Thursday, 05 February 2026
logo

Tenduristiya Duhokê: Sedî 50 rêjeya pêketina bi vîrusa koronayê kêm bûye

Gulan Media November 24, 2020 Nûçe
Tenduristiya Duhokê: Sedî 50 rêjeya pêketina bi vîrusa koronayê kêm bûye
Berpirsê ragehandinê li rêveberiya giştî ya tenduristiya parêzgeha Duhokê diyar kir, naha rêjeya pêketina vîrusa koronayê sedî 50 kêm bûye li gor mehên borî. Ji ber ku bêhtirê hemwelatiyan di mehên borî de bi vîrusa koronayê ketine.

Berpirsê ragehandinê li rêveberiya giştî ya tenduristiya parêzgeha Duhokê Hemze Rezikî ji BasNewsê ragehand: ‘’Ya baş em naha li benda perpûna vîrusa koronayê nemînin û xelk berdewam be li ser tedbîrên xweparastin û rênmayiyên hikûmeta herêma Kurdistanê bicîh bînin, heta sala bê. Ji ber hin pêşbînî hene dê pêleke din a koronayê bê û dibe sala bê korona bi temamî kêm bibe û wek îsal nemîne. Lewra ya baş xelk berdewam be li ser bicîh anîna rênmayiyan. Naha rewş ber bi baştirbûnê ve diçe.’’

Herwaha aşkera kir: ‘’Berî naha bi taybet jî di mehên borî de rojane 300 heta 400 pêketiyên vîrusa koronayê li Duhokê dihatin tomar kirin, lê naha rêje sedî 50 daketiye. Lê ne ji ber korona nemaye, korona her heye, lê em geşbînin ku rewş baştir bibe.’’

Basnews
Top