Qaymeqamê Amêdî: Ji 348 gundên deverê 198 gund ji ber şerê PKKê û Tirkiyê vala bûne
Qaymeqamê qeza Amêdiyê Îsmaîl Mistefa ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ji ber hebûna çekdarên PKKê li sînorê gundan, ji 348 gundên devera Amêdiyê 198 gund hatine vala kirin û rûniştvanên wan berê xwe dane bajaran. Ji ber hebûna binkeyên PKKê balefirên Tirkiyê berdewam bombebaran sînorê gundan dikin û ev yek bûye sedemê ziyaneke zêde yê madî û canî û jîngeyî yê navçeyê.’’
Herwaha got: ‘’Sedemê wan bombebaran û koçberiyan hemûyan PKK ye, ji ber gelek nêzîkî gundan bûne û gelek cîha hatine nav gundan û bûne cîhê metirsiyê li ser jiyana hemwelatiyan.’’
Îsmaîl Mistefa got: ‘’Ji ber metirsiya bombebaranan û hebûna PKKê xelk nikare vegere cîhê jiyana xwe û hin gund hene malbatek an jî du malbat tê de mane û ewên din hemû vala kirine.’’
Qaymeqamê Amêdî got: ‘’Gelek gundên devera Amedî hene ku di çend mehên borî de hatine vala kirin, bi taybet deverên Berwara jor, Bamernê, Wermîlî û Babîrî hemû jî ji ber şer û pevçûna PKKê û Tirkiyê vala bûne.’’
Basnews
