Pasdarên Îranê êrişî kasibkarên Kurd kirin
Li gorî malpera Kurdpa, pasdarên Îranî du roj berê li devera Deriyê Gelawêj a navbera gundên Tiyet û Berdan ên bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê êrişî komek kasibkar kirin.
Li gorî agahiyan, kasibkarên Kurd neçar man hesp û barên xwe bihêlin û birevin lê pasdaran 27 hesp bi barên wan ve kuştin û şewitandin, ev jî bû sedema nerazîbûna hevwelatiyên deverê.
Heta niha gelek caran Pasdarên Komara Îslamî ya Îranê kasibkar û barhilgirên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê ku ji ber feqîrî û hejariyê bazirganiya ser sînor dikin, girtine, kuştine û barên wan jî şewitandine.
Basnews
