• Saturday, 07 February 2026
logo

Balyozê Brîtanyayê: Divê rêkeftina Şingalê bilez were cîbicîkirin

Gulan Media October 16, 2020 Nûçe
Balyozê Brîtanyayê: Divê rêkeftina Şingalê bilez were cîbicîkirin
Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Stephen Hickey ragihand: “Em dixebitin ji bo ku dilniya bibin hêzên çekdar ji Şingalê vedikişin.”

Stephen Hickey eşkere kir: “Brîtanya pêşwazî li rêkeftina Şingalê dike û em hêvîdar in ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî karê hevbeş bikin û em jî alîkarî û piştevaniya rêkeftinê bikin.”

Hickey diyar kir: “Em dixwazin bi hev re di vegera parastî ya Êzidiyan de bo Şingalê, dilniya bibin.”

Balyozê Brîtanya yê li Iraqê tekez kir: “Divê rêkeftina Şingalê bilez were cîbicîkirin.”

Stephen Hickey eşkere kir: “Li gor rêkeftinê divê hêzên çekdar ên li Şingalê vekişin. Em ji nêz ve ligel Neteweyên Yekbûyî û Amerîka û welatên herêmê kar dikin, da ku em dilniya bibin çekdarên li Şingalê vedikişin.”

K24
Top