• Sunday, 04 October 2026
logo

Eger û derfetên şikandina taboyan... piştî şerê vê carê yê Rojhilata Navîn

Gulan Media October 4, 2026 Raport
Eger û derfetên şikandina taboyan... piştî şerê vê carê yê Rojhilata Navîn

 

 

Kêşmekêşên (hevrikiyên) pêşerojê dê zêdetir li derdora tengav û rêrewên aborî
yên stratejîk û serekî yên cîhanê wek (Hurmuz, Taywan û Deryaya Sor) hûr bibin.
Zêdebûna têçûya (mesrefa) sîgorteyê, bihabûna têçûya veguhestina deryayî, zextên
siyasî yên ji bo berhemanîna navxweyî û pêwîstiya bi yêdeka stratejîk, cîhanbûnê
(globalîzasyonê) ber bi perçebûnê ve dibin û astengiyên nû diafirînin.
Serdestiya serbazî ya Amerîkayê êdî bidestxistina encamên siyasî bi têçûyeke kêm
garantî nake. Her çend Waşîngton xwediyê hêzeke wêranker a bêhempa ye, lê di
kontrolkirina arasteya pêşketina alozan de êdî ne xwediyê serdestiyeke mutleq e,
ji ber ku şoreşa çekên hûr (rast) û kêm-têçû û taybetmendiyên cografî rê didin
aliyên qels ku têçûyeke mezin li ser neyarên xwe yên bihêz ferz bikin.

Ji aliyekî din ve, destwerdana serbazî û siyasî ya Amerîkayê êdî aramiya
(îstiqrarê) garantî nake, belkî dibe sedema nediyarî û dilgiraniyek (fikar)
zêdetir. Aliyên qels ji bo têkbirina planên Amerîkayê pêwîstiya wan bi
serkeftina serbazî ya klasîk nîne. Hêza jeopolîtîk êdî bi şiyana serbazî û aborî
û kontrolkirina rût nayê pîvan. Eger hevkêşeyên Hurmuzê li derdora Taywanê jî
dubare bibin, qonaxa pêşerojê ya siyaseta navdewletî êdî bi geşbûna cîhanbûnê
nayê naskirin, belkî bi wan têçûyên bilind tê pênasekirin ku ji bo parastina vî
sîstemê cîhanî pêwîst in.

Robert A. Pape, Profesorê Zanistên Siyasî û Rêveberê Projeya Zankoya Chicago ji
bo Asayîş û Gefan. Kovara Foreign Affairs, 24/07/2026.

Di 24ê Tîrmeha 2026an de, Robert A. Pape, Profesorê Zanistên Siyasî û Rêveberê
Projeya Zankoya Chicago ji bo Asayîş û Gefan, gotarek (meqaleyek) şîroveyî ya
giring di bin navê "Îran û Zagonên Nû yên Hêza Cîhanî.. Dirustbûn û Hilweşîna
Serdestiya Amerîkayê" di kovara navdar a "Foreign Affairs" de belav kir. Pape di
vê gotara xwe de berawirdkirineke dîrokî û stratejîk di navbera şerê niha yê
sala 2026an ê navbera Amerîka û Îranê, û şerê yekem ê Kendavê di sala 1991an de
dike, dema ku hevpeymaniya navdewletî rûbirûyî artêşa Iraqê bû.

Pape amaje bi wê yekê dike ku di sala 1991an de, Amerîka xwediyê teknolojiyeke
serbazî ya gelek pêşketî bû ku dewletên mîna Iraqê şiyana gihîştin yan
rûbirûbûna wê nebûn. Her ji ber vê yekê, hêzên hevpeymanan tenê bi riya êrîşên
esmanî yên giran karîn di demeke kurt de artêşa Iraqê neçarî vekişînê bikin. Lê
di hevkêşeya niha de, her çend teknolojiya serbazî ya Îranê nagihêje asta
pêşketina teknolojiya Amerîkayê, lê Tehranê kariye modelek nû ya şerê
nahahevseng (asîmetrîk) biafirîne. Ev jî bi riya guhertina teknolojiya sivîl û
bazirganî bo amûreke serbazî ya bibandor, kêşeyeke mezin ji bo hêzên deryayî û
esmanî yên Amerîkayê dirust kiriye û têçûya şer bi awayekî berçav li ser
Waşîngtonê bilind kiriye. Ji bo nimûne, dronek (balefireke bêpîlot) ji cûreya
"Şahid 136" ku têçûya çêkirina wê tenê 20 hezar dolar e, kariye helîkoptereke
pêşketî ji cûreya Apache bixe xwarê ku bihayê wê zêdetirî 35 milyon dolar e.

Amajekirina Profesor Pape ji bo vê nimûneyê, ku bi xwe xwediyê pirtûka navdar a
"Bumbebarankirin ji bo Serkeftinê: Hêza Esmanî û Naçarkirin di Şer de" ye,
nîşanderê wê rastiyê ye ku şerê vê carê yê Amerîka û Îranê, rêzikên klasîk ên
hêzê li ser asta cîhanî guheriye. Ev guhertin bi zelalî di guhertina armancên
serbazî yên Waşîngtonê de jî reng daye. Di destpêka vê xûla şer de di 28ê
Sibata 2026an de, Serokê Amerîkayê ragihand ku armanca wan a serekî bidawîanîna
saziyên etomî yên Îranê ye, di wê demê de tengava Hurmuzê hêj vekirî bû û tu
astengiyek li ser nebû. Lê niha, piştî derbasbûna demê û girankirina têçûyan,
armanca stratejîk a Amerîkayê biçûk bûye bo tenê yek xalekê, ew jî vekirina
tengava Hurmuzê ye ku ji aliyê Îranê ve hatiye girtin.

Ji aliyekî din ve, dîplomatkarê bi tecrûbe û balyozê berê, Dennis Ross, di
semînera xwe ya dawî de di bin navê "Gelo şerê li gel Îranê, egera pêkhatina
aştiyê li Rojhilata Navîn zêdetir kiriye?" rexneyên tund li siyasetên Amerîkayê
digire. Ross tekez li ser wê yekê dike ku Amerîka di vî şerî de ketiye bin
bandora stratejî û armancên Benjamin Netanyahu, Serokwezîrê Îsraîlê. Li gorî
baweriya Ross, piştî şerê 12 rojî yê Hezîrana borî ku tê de êrîşên esmanî bûn
sedema kuştina Rêberê Komara Îslamî ya Îranê û hejmareke zêde ji serkirdeyên
bilind ên din, û di roja dawî ya wê operasyonê de jî hêzên Amerîkayê beşdar bûn
û Donald Trump bidawîhatina şer ragihand, nedibû Waşîngton di 28ê Sibata 2026an
de careke din û bêyî hebûna armanceke zelal û diyarkirî dest bi êrîşê bike.

Ross amaje bi wê yekê dike ku di 27ê Sibatê de, tengava Hurmuzê bi temamî vekirî
bû û tu gefek li ser nebû, lê êrîşên bêserûber ên Amerîkayê bûn sedema wê yekê
ku Îran vê dergeha avî ya stratejîk bi temamî bigire. Di vê derbarê de, Mihemed
Baqir Qalîbaf, Serokê Parlamantoya Îranê, bi eşkere giringiya vê karta zextê
nîşan da, dema ku ragihand: "Kontrolkirina tengava Hurmuzê ji aliyê Îranê ve, bi
qasî deh bombeyên etomî giring û bibandor e."

Girtina tengava Hurmuzê rewşeke neasayî û tije alozî di şerê du hefteyên borî yê
navbera her du welatan de aniye holê. Ji aliyekî ve Donald Trump ragihandiye ku
ew yadaşta (memoranduma) têgihîştinê ya di Nîsana îsal de li gel Tehranê hatibû
îmzekirin, êdî nayê cîbicîkirin û gefa pêkanîna êrîşa serbazî ya girantir bo ser
binke û saziyên stratejîk ên Îranê dixwe. Li hember de, Îran lîstikeke siyasî û
serbazî ya jêhatî di bin navê "Selmandina Xweragiriyê" de birêve dibe. Tehran
dixwaze peyameke zelal ji bo civaka navdewletî bişîne, ku hêzên wan bi tu awayî
paşve nakişin. Ev rûbirûbûn metirsiya wê yekê heye ku ber bi şerekî vekirî û
giştgîr ve biçe ku kontrolkirina wî karekî dijwar be.

Li ser asta giştî, her du aliyên hevrikiyê rijd in li ser bikaranîna bijardeya
hêzê û berdewam in li kişandina nexşeya nû ya serbazî ji bo rûbirûbûnê. Trump li
gel arîkar û berpirsên bilind ên serbazî yên xwe civînên giran (çڕ) encam dide,
ji bo gotûbêjkirina egera zêdekirina êrîşan, gefa wê yekê jî dixwe ku samanên
blokekirî (cemidandî) yên Îranê bikar bîne ji bo qerebûkirina her keştiyeke
bazirganî ku di tengava Hurmuzê de ziyanê dibîne. Li hember vê yekê jî, baregeha
(Xatem-ul Enbiya) ya Îranê peyameke gefamêz belav kiriye û ragihandiye ku li
hember kuştina her welatiyekî Îranî, leşkerekî Amerîkî dê bikujin.

Tevî van gefên eşkere û dengên bilind ên serbazî, li pişt perdeyê hewlên
dîplomatîk ji bo dîtina derçeyekê ji vê qeyrana kûr bi germî berdewam in.
Dîplomatkarekî Ewropî ji malpera "Axios" re ragihandiye ku Amerîka li pişt
perdeyan hewl dide hevpeymaniyeke navdewletî bi hevkariya Brîtanya û Fransayê
pêk bîne da ku bikarin asayîşa derbasbûna keştiyan di tengava Hurmuzê de misoger
bikin.

Hemdem li gel van hewlan, Tehranê pêşwazî li şandeyeke bilind a Siltaniya Omanê
kiriye, ji bo gotûbêjkirina mîkanîzmayên birêvebirina tengavê û kêmkirina asta
aloziyan. Ji aliyekî din ve jî, çavkaniyên navxweyî yên Pakistanê amaje bi wê
yekê dikin ku arasteyeke zelal heye ji bo destpêkirina guftûgoyên rasterast, an
jî nerasterast ên navbera Waşîngton û Tehranê, ku ev kar jî wek encama
destpêşxeriyeke dîplomatîk a aram û bibandor hatiye ku ji aliyê Pekînê ve ketiye
dewrê ji bo rêgirtina li teqîna temamî ya rewşê li navçeyê. Ev têkelbûna rewşa
serbazî û dîplomatîk, nîşan dide ku çawa pêşeroja navçeyê di navbera lêva şer û
maseya danûstandinan de hatiye ragirtin.

Brîtanya û hewlên ji bo pêkanîna hevpeymaniya navdewletî

Şerê berdewam û aloziyên Rojhilata Navîn, bûye sedema wê yekê ku guhertineke
berçav di stratejiya hêzên navdewletî de li hember parastina asayîşa keştiyan di
tengava Hurmuzê de bê dîtin. Piştî wê yekê ku bijardeya serbazî ya rasterast
nekarî çareseriyeke bineretî û yekalîker ji bo vekirî hiştina vê dergeha avî ya
giring misoger bike, niha Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di hewla bidestxistina
hevsengiyeke nû de ye ji bo ku bi riya dariştina hevpeymaniyeke navdewletî
tengavê veke. Ev pêngava nû dixwaze bi riya biryareke Encumena Asayîşa Neteweyên
Yekbûyî rewatiyeke yasayî û siyasî bide erka parastina tengavê, bi awayekî ku
berpirsyarî ji stûyê aliyekî takekesî bê veguhestin bo sercem civaka navdewletî.
Li hember de, Komara Îslamî ya Îranê bi bikaranîna kanalên dîplomatîk ên li gel
Siltaniya Oman, Çîn û Pakistanê, dixwaze hevkêşeyekê darêje ku tê de serdestî
(hejmon) û desthilata dîrokî ya xwe li ser beşeke giring a tengavê biparêze û rê
li ber perawêzkirina temamî ya xwe bigire.

Ev nêzîkbûn û hemahengiya giran ku niha di navbera Waşîngton û Londonê de tê
dîtin, nîşaneke zelal e ji bo guhertina kûr a nêrîna stratejîk li hember
qeyranên navçeyê. Biryarderên Amerîkî û Brîtanî gihîştine wê têgihîştinê ku
bertekên serbazî yên bilez û lêdanên esmanî, tevî şiyana wêrankariya giran di vê
qonaxê de, nikarin asayîşeke demdirêj û berdewam ji bo veguhestina enerjiyê di
vê rêrewê de misoger bikin. Hewlên niha ji bo dirustkirina hevpeymaniyê, her
çend ji rûyê dîrokî ve bîrxistina hewlên bêencam ên berê yên Amerîkayê ye ji bo
kişandina welatên wek Fransa, Brîtanya û endamên din ên NATOyê bo nav şerekî
nexwastî ku di encamê de wek şerê taybet ê Amerîkayê dihate dîtin, lê guhertinên
siyasî yên navxweyî yên Brîtanyayê û dariştina pêkhateyên emnî yên nû, derfeteke
nû ji bo Waşîngtonê rexsandiye. Di vê hevkêşeyê de, Brîtanya ji ber pêgeha
dîplomatîk û ezmûna xwe ya dîrokî li navçeyê, zêdetir wek darêjerê nexşerêyê û
bexşerê rewatiya siyasî derdikeve, ne wek hêzeke serbazî ya bi alavên giran ji
bo şandina serbazan bi qebareyek mezin.

Armanca serekî ya Waşîngtonê di vê qonaxê de ew e ku piştgiriya siyasî ya
welatên wek Brîtanya û Fransayê (heta eger bi riya hêzeke sembolîk wek keştiyên
pûçkirina mînan, an jî keştiya firokehilgir be jî) kom bike. Hemdem bi kişandina
aliyên Asyayî yên bikarhênerên enerjiya Kendavê, wek Koreya Başûr, Hîndistan û
Japonyayê, Amerîka dixwaze Tehranê bixe ber hevkêşeyeke navdewletî ya wisa ku tê
de her cûre pevçûn, an têkdana asayîşa keştîvaniyê di tengava Hurmuzê de, wek
rûbirûbûna li gel berjewendiyên temamiya civaka navdewletî bê şîrovekirin.
Nexwe, dirustkirina vê hevpeymaniyê di vî demî de pêwîstiyeke zêdetir e ji bo
misogerkirina rewatiya siyasî ji bo Waşîngtonê, ne tenê komkirina hêzeke şerker
a pir-neteweyî. Parastina tengavekê ku çeqekî giring ê aboriya cîhanê ye bi riya
şerê vekirî karekî zehmet e, ji ber ku piraniya welatên Ewropî û Asyayî bi
sedema mijûlbûna wan bi qeyranên mezin ên wek şerê Ukraynayê, amade nînin xwe
bikin aliyekî şerê rasterast li vê navçeyê.

Ji vê nêrînê ve, hevsengiya navbera zexta serbazî ya Amerîkayê ji aliyekî, û
destpêşxeriyên dîplomatîk ên Çîn, welatên Kendavê û Pakistanê ji aliyekî din ve,
wek tenê riyek ji bo rêgirtina li perçebûna temamî ya emnî ya navçeyê û
gihîştina bi têgihîştineke cîgîr derdikeve. Hevdem li gel tevgerên serbazî û
emnî ji bo dirustkirina hevpeymaniyê, xêzeke dîplomatîk a giran li pişt perdeyê
kar dike ji bo rêgirtina li teqîna rewşê û dîtina derçeyeke aştiyane. Welatên
navçeyê bi başî derk bi wê yekê dikin ku her pevçûneke serbazî ya rasterast dibe
sedema ziyana mezin bo binesaziya aborî û aramiya demdirêj a wan. Ji vir ve,
Erebistana Siûdî û Dewleta Îmaratên Yekbûyî yên Erebî bi siyaseteke hevseng,
nerm û dûrbînane kar dikin ji bo aramkirina aloziyan û dûrxistina bijardeya
serbazî, bi riya parastina kanalên peywendiyê û tekezkirina li ser diyaloga
herêmî ji bo parastina aramiya aboriya xwe.

Hemdem, Siltaniya Omanê wek navbênkarekî kevn û pêbawer li navçeyê, bi riya
şandeyên xwe yên dîplomatîk hewla berdewam dide ji bo dîtina xala hevbeş di
navbera Tehran û aliyên navdewletî de. Ji aliyekî din ve jî, peywendiyên
dîplomatîk ên Wezareta Derve ya Pakistanê palnerek giring in ji bo vekirî
hiştina deriyê guftûgoyan û rêgirtina li her cûre kêşeyeke nexwastî. Li ser asta
navdewletî jî, Komara Gel a Çînê ku xwediyê berjewendiyên mezin ên aborî û
hawirdekarê serekî yê enerjiya vê navçeyê ye, roleke bibandor dilîze di handana
aliyan ji bo xwedigirtinê (bêhnfirehiyê) û bikaranîna nifûza siyasî ya xwe ji bo
parastina hevsengiyê û rêgirtina li her cûre qutbûnek di xêzên veguhestina
petrol û gazê de. Di dawiyê de, mirov dikare bibêje ku asayîşa pêşerojê ya
tengava Hurmuzê di navbera du cemserên dirustkirina hevpeymaniya siyasî-serbazî
ji aliyekî, û parastina kanalên dîplomatîk ên piralî yên herêmî ji aliyekî din
ve, pêwîstiya wê bi cûreyek ji têgihîştina nerasterast heye, ku tê de alî
berjewendiyên hevbeş ên cîhanê bikin navenda çareseriyan.

Hatinanava Çînê bo danûstandinê pêgeha siyasî ya Amerîkayê di şer de qels dike

Piştî zêdebûna asta alozî û pevçûnên serbazî yên navbera Dewletên Yekbûyî yên
Amerîkayê û Komara Îslamî ya Îranê di dema du hefteyên borî de, hevkêşeyên emnî
yên navçeyê derbasî qonaxeke nû bûne. Zêdebûna êrîşan bo ser tengava Hurmuzê,
girava Xarg û beşeke berçav ji bajarên giring ên Îranê, li gel bertekên Tehranê
bo ser saziyên hestiyar ên welatên Kendavê bi taybetî li "Kuweyt, Îmarat,
Behreyn û Siûdiyê", rewş gihandiye lêva teqîneke giştgîr. Hemdem, hatinanava
çekdarên Hûsî bo ser xêzên avî yên Deryaya Erebî, qeyran zêdetir aloz kiriye. Ev
rewş nîşan dide ku çarçoveya têgihîştina berê ku bi navbênkarî û çavdêriya
Pakistanê hatibû holê, şiyana ragirtina şer nemaye û dubare pevçûnan serî
hildaye. Ji vir ve, her hewleke nû ji bo danûstandinê, an kêmkirina aloziyan,
pêwîstiya wê bi aktorekî navdewletî yê xwedî giranî û bandoreke zêdetir ji
Pakistanê heye, ku bêguman ew hêz jî Komara Çînê ye.

Li ser asta peywendiyên navdewletî, Pekîn wek giringtirîn aliyê derve ji bo
piştgiriya darayî û aborî ya Îranê tê dîtin. Di demekê de ku Moskow zêdetir bala
xwe dide ser hevkariyên teknolojî û serbazî ji bo Tehranê, lê Çîn bi kirîna
berdewam a petrola Îranê, şahdemara (reha serekî ya) darayî û çavkaniya mayîna
aborî ya wî welatî dabîn kiriye. Nêzîkî ji sedî 90ê petrola hinardekirî ya Îranê
ber bi bazarên Çînê ve diçe, ev jî wiha dike ku Tehran di birêvebirina karûbarên
navxweyî û derve yên xwe de bi kûrî pişta xwe bi Pekînê ve girêbide. Ev
girêdanbûna aborî wiha dike, her biryareke Çînê bandoreke rasterast li ser
helwesta siyasî ya Îranê hebe.

Li hember vê rewşê de, rastiya aborî nîşan dide ku welatên Kendavê, bi taybetî
Erebistana Siûdî û Îmarat, xwediyê karta zexteke gelek bihêz in li hember Çînê
ku dikarin bikar bînin. Berevajî wê nêrîna belav ku pê wiha ye welatên navçeyê
nikarin bandorê li ser siyasetên derve yên Çînê bikin ji ber kirîna petrola
Îranê, amar (îstatîstîk) tiştekî din dibêjin. Her çend Çîn rêjeyeke zêde ya
petrola Îranê dikire, lê ev qebare li gorî pêwîstiyên giştî yên enerjiya Çînê,
beşeke gelek biçûk e. Li hember de, Pekîn hevkariyeke aborî û veberhênaneke zexm
li gel welatên Kendavê heye, ji wan jî parzûngehên hevbeş ên mezin li gel
Siûdiyê û projeyên stratejîk ên hemahengiyê li gel Îmaratê. Ji vê nêrînê ve,
welatên Kendavê dikarin bi zelalî ji Pekînê re ragihînin ku piştgiriya darayî û
bazirganî ji bo Îranê, gefeke rasterast e bo ser asayîşa neteweyî ya wan û
dikare bandoreke neyînî li ser paşeroja hevkariyên bazirganî û dîplomatîk ên
navbera wan dirust bike.

Guherîna jîngeha emnî û ezmûna welatên Kendavê di berdewamiya êrîşên moşekî de,
kiriye ku ev welat pêdaçûnê di siyaseta xwe ya derve de bikin û helwesteke
zelaltir werbigirin. Ji bo nimûne, rola Çînê di dabînkirina beşek ji teknolojî û
alavên dualî de (wek amûrên têkelker ji bo pîşesaziya moşekî ya Îranê), dikare
ji aliyê welatên Kendavê ve wek pêngaveke nedostane, an jî dijminane bê
pênasekirin. Ji vir ve, pêwîst e Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê han bide
hevpeymanên xwe yên li Kendavê, da ku bi zimanekî yekgirtî û bihêz guftûgoyê li
gel Pekînê bikin. Ev welat dikarin daxwaza piştgiriya Çînê bikin ji bo
derxistina biryarnameyeke Encumena Asayîşa Neteweyên Yekbûyî ji bo parastina
xêzên avî yên navdewletî. Bi berçavgirtina wê yekê ku Tehran ji perawêzkirina
(îzolasyona) navdewletî ditirse, pêngaveke bi vî rengî dikare bandoreke bilez li
ser helwestan deyne. Hemdem, kirîna hinek alavên serbazî yên wek firokeyên
bêfirokevan (dron) ji aliyê welatên Kendavê ve ji Çînê, bi wateya cîgirtina
hevpeymaniyên emnî yên klasîk nîne, lewra hêj welatên navçeyê şiyana pêwîst hene
ku zextên xwe li ser Pekînê giran bikin ji bo hevsengkirina siyaseta wê ya li
hember Îranê.

Li gel hemû van, hatinanava Çînê wek navbênkarekî serekî, rûbirûyî astengiyeke
siyasî ya giring dibe ku peywendî bi navxweya Amerîkayê ve heye. Her çend
bidestxistina rêkeftinekê bi çavdêriya Çînê dikare wek destkeftekî demkî ji bo
kêmkirina aloziyan li Waşîngtonê bê dîtin, lê ev cûre çareserî rewatiya siyasî
ya Serokê Amerîkayê di bidawîanîna şer de qels dike. Ev pêşhate wê bingehê
berevajî dike ku îdareya Trump kar pê dikir, ku armanc bidawîanîna kêşeyan tenê
bi riya teslîmbûn û tawîzdayîna temamî ya Îranê bû, ne bi bexşîna pêgeheke mezin
a navdewletî û dîplomatîk bo hevrikekî stratejîk ê wek Çînê li navçeyê.

Şer çawa bi dawî bibin, eger û derfeta guhertinê dirust dikin

Barûdoxa piştî şer bi temamî bi dilê tu aliyekî ji vî şerî nabe, niha gengeşe li
ser wê tê kirin, eger ew hevpeymaniya navdewletî hat pêkanîn, nabe wek
sala 1991ê Îsraîl tê de beşdar bibe, ev jî ji tirsa wê yekê ye eger Îsraîl
beşdar bibe, wê demê dewletên Erebî beşdar nabin û eger ew jî beşdar nebin,
bêguman karta zextê ya Kendavê di dabînkirina asayîşa Kendavê û tengava Hurmuzê
de bi bihêzî dimîne. Her ji ber wê jî hevpeymaniya navdewletî ji bo asayîşa
rêrewa avî ya Kendavê (eger bê pêkanîn), an jî di nava hewlên Çîn û Pakistanê de
şer yekalî bibe, wê demê piştî vî şerî egera derfetên guhertinan têne holê.

Bi dilniyayî (Bêguman) şer karesatan diafirînin. Lê di heman demê de dîmena
giştî diguherin û dikarin derfetan dirust bikin, bi taybetî li Rojhilata Navîn.

Di sala 1973an de, di şerê navbera Misir û Îsraîlê de yek ji encaman
rêkeftinnameya demkî ya navbera Îsraîl û Misir, û Îsraîl û Sûriyeyê berhem anî.
Ew rêkeftinnameyên demkî jî di dawiyê de bûn sedema rêkeftinnameya aştiyê ya
navbera Misir û Îsraîlê. Niha, rastî ew e ku Misirê ew rêkeftinnameya aştiyê ya
li gel Îsraîlê îmze kir û ji aliyê cîhana Erebî ve hate perawêzkirin
(tecrîdkirin).

Ev rewş jî tenê piştî şerê Kendavê —yekem şerê Kendavê di sala 1991an de— dest
bi guhertinê kir. Piştî yekem şerê Kendavê, dîmen hate guhertin û piştî kora
(koça/koçberiya) dîrokî ya gelê Kurdistanê bo yekem car di dîroka Kurdan de
Encumena Asayîşa Navdewletî biryara 688 derxist ku bû bingeheke giring ji bo
damezrandina qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê, li ser asta kêşeya Filistînê
jî ber bi kongreya Madrîdê ve çû, ev kongre bû sedema wê yekê ku taboya aştiya
navbera Ereb û Îsraîlê bişikê, nexwe, şer ne tenê dikarin guhertinê di dîmena
giştî de dirust bikin, belkî dikarin dergeh û derfetan jî vebikin.

Yek ji wan tiştên balkêş ku li ser hunera dewletdariyê behs dikin, ev e: Pêgeha
demê (wextê) di hunera dewletdariyê de gelek giring e. Ji bo hinek pirsan hinek
dem (fursend) têne pêş, eger tu bikarî demê bi kar bînî, tu dikarî tiştekî ava
bikî. Eger di sûdwergirtina ji demekê de tu rastî şikestinê bibî, bi giştî rewşa
te xirabtir dibe, ji wê yekê ku qet ew dem di destê te de nebûya. Bi wê wateyê,
eger sûd ji derfetekê wernegirî, wê demê dibe kêmasî û ziyaneke rasteqîn.

Li vir mîrateyek heye ku tê de şer li Rojhilata Navîn dikarin tiştekî erênî
berhem bînin. Niha, tenzek (îronî/paradoks) li vir heye. Ez gelek caran ji polên
xwe re dibêjim, dema behsa Rojhilata Navîn dikim, herdem tenz û paradoks li holê
ye. Tenz û paradoks heye. Ez bi tenzekê dest pê dikim. Têm ser vê pirsa taybet
ku navnişana gotarê ye, lê bi wê dest pê dikim ku tenz çî ye?

Di Hezîrana 2025an de şerekî 12 rojî di navbera Îsraîl û Îranê de rûda, piştre
Amerîka jî kete nav şer, di encamên vî şerê 12 rojî de, we dîmenekî gelek cuda
hebû ku derfeteke rasteqîn rexsand. Îran qels bibû. Di dema wan 12 rojan de,
Hizbullahê heta yek moşek jî ji Lubnanê neteqand. Hûsiyan tu moşekek ji Yemenê
navêtin. Hemû mîlîsên Şîe, (kêmanî yên ku ji aliyê Îraniyan ve tên fînansekirin
û çekdarkirin) tu tiştek neteqandin. Ew qels bibûn. Ev tora wekîl a navçeyî ku
Îraniyan ava kiribû, bi radeyekê qels bibû, ku heta biryar nedan û hizir li wê
jî nekirin ku biçin pêş û moşekê ber bi Îsraîlê ve biteqînin. Her wiha encamên
vî şerî bûn sedema wê yekê ku Hamas rehîneyên (dîlên) Îsraîlê azad bike, bi
biryara Encumena Asayîşa Navdewletî komîteya aştiyê ji bo dubare avakirina
Xezeyê piştî bêçekkirina Hamasê hate holê.

Di şerê 28ê Sibata 2026an de jî ku niha bi dawî nebûye, tê texmînkirin, dubare
pênasekirina dewletê guhertinê li pey xwe bîne û taboya serweriya dewleta
Sykes-Picot bê bidawîanîn. Niha General Sean MacFarland fermandarê berê yê hêzên
Amerîkayê li Iraqê hatiye raspartin (erkdarkirin) bo Lubnanê da ku bi
dirustkirina hêzeke mezin rûbirûyî çekdarên Hizbullaha Lubnanî bibin, her wek
çawa di sala 2007an de bi riya Şêx Ehmed Rîşe peywendî bi serok-eşîrên Erebên
Sunne yên Iraqê kir û dawî li rêxistina El-Qaîdeyê anî.

Li ser asta Iraqê, niha Elî Zeydî, wek Gorbaçovê Sovyeta berê reftar dike, take
riya rizgarkirina Iraqê guhertina bineretî û çaksazîkirin (reform) e, ev jî bi
wê wateyê ye ku pêwîst e karan ji bo gelê xwe azadtir bikî, serkutkirina gelê
xwe rawestînî, rêbaza aboriyê azad bikî, û dawî li rûbirûbûna li gel devera din
a cîhanê bînî. Ew lojîka Gorbaçov bû.

Bi vê nimûneyê, niha em dikarin bibêjin qenaetek heye ku wek Gorbaçov reftar
bike û ne gelek dûr e piştî vî şerî li Îranê jî dubare bibe, ji ber wê yekê
bazirganiya "Bazara Îranê" her ji destpêka şerê vê carê piştî daketina bêwêne ya
nirxê Tumenê dest bi grevê (mangirtinê) kirin.

Ev tişt di siyaka (kontêksta) dîrokî de hatine pêşbînîkirin û guman di wê de
nîne ku şer li gel wê yekê karesatê dirust dike, lê encamên wê eger û derfeta
guhertinê bi cûreyekê dirust dike, ku berî şer texmîn ji bo wê nedihat kirin.

Top