• Sunday, 04 October 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye

Gulan Media October 4, 2026 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo salvegera koça dawî ya Mam Celal peyamek belav kir û got, "Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal ew e ku em diyalog, hevgirtin û yekîtiyê bikin rêya çareserkirina nakokiyan."

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo salvegera koça dawî ya Celal Talebanî (Mam Celal) peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir, "Em bi rêz û pêzanîneke kûr ve serkirdeyê mezin ê niştimanî bi bîr tînin ku temenê xwe ji bo têkoşîna li ser mafên gelê Kurdistanê û xizmeta Îraqê terxan kir."

"Di qonaxên herî dijwar de dengê diyalogê bû"

Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn ku Mam Celal di qonaxên herî dijwar de "dengê diyalog, lihevtêgihiştin û karkirina bihevrebûnê bû."

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de anî zimên:

"Wefadariya herî baş ji bo bîranîn û mîrata Mam Celal ew e ku em diyalog, hevgirtin û yekîtiyê bikin rêya çareserkirina nakokiyan û em hemû bi hev re ji bo parastina maf û destkeftiyên gelê Kurdistanê û çespandina hevkariyê û aramiya li Îraqê bixebitin."

 

Rudaw

Top