• Sunday, 04 October 2026
logo

Tuncer Bakirhan: Biryarên Tirkiyeyê yên li dijî Amedsporê nijadperestane ne

Gulan Media October 4, 2026 Nûçe
Tuncer Bakirhan: Biryarên Tirkiyeyê yên li dijî Amedsporê nijadperestane ne

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di hevpeyvînekê de rexneyên tund li birêvebirina kerta werzişê û nêzîkatiyên saziyên werzişî yên Tirkiyeyê yên li hemberî yaneya Amedsporê girtin û ew biryar wekî "nîjadperestî û cudakarî" binav kirin.

Bakirhan di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê kir ku Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) û desteya dadweran ji aliyê kesên bêezmpn û bêşiyan ve tên birêvebirin. Tekez kir jî ku kerta fûtbolê ji rewşa giştî ya siyasî ya welêt ne cuda ye û got: "Heta ku demokrasî neyê dabînkirin, fûtboleke paqij jî nayê rojevê."

Hevserokê DEM Partiyê her wiha bertek nîşanî bêdengiya TFFê ya li hemberî gef û reftarên cudakar ên li stadyûman da û pirsî: "Çima divê her tim tîmeke kurdî li qadan rûbirûyî dijayetî û êrişan bibe?"

Di beşeke din a axaftina xwe de, Tuncer Bakirhan rexne li tîma neteweyî ya fûtbolê ya Tirkiyeyê jî girt ku tenê ji ber nasnameya wan a kurdî, rê nade lîstikvanên kurd ên li ser asta Ewropayê derketine pêş û serkeftî ne, beşdar bibin.

Ev daxuyaniyên Bakirhan piştî wê yekê hatin ku Lijneya Disiplînê ya Fûtbolê ya Profesyonel (PFDK) ser bi TFFê ve, bi hinceta "berzkirina dirûşmên siyasî di dema maçan de", zêdetirî 2 milyon û 500 hezar lîreyên tirkî cezayê diravî li Amedsporê birî. Ev biryar bû sedema nerazîbûneke berfireh û ji aliyê parlamenter û rayedarên Bakurê Kurdistanê ve wekî berdewamiya siyaseta cudakariyê ya li dijî vê tîmê hat nirxandin.

Klûba Amedsporê ku nûnertiya bajarê Diyarbekirê dike, di dîroka fûtbola Tirkiyeyê de yek ji wan yaneyan e ku herî zêde rastî cezayên TFFê hatiye. Li gorî zanyariyan, zextên li ser vê tîmê ne tenê bi qedexekirina dirûşman ve sînordar in; berê jî bi hincetên wekî bikaranîna peyvên kurdî li ser kincên lîstikvanan cezayên giran li klûbê hatine birîn. Her wiha alîgirên Amedsporê bi salan ji amadebûna li stadyûmên derveyî qada xwe bêpar hatibûn hiştin.

Amedsporê di werza borî de serkeftineke girîng tomar kir û derket Lîga Yekem a Tirkiyeyê. Tevî vê yekê jî, klûb hîn rûbirûyî reftarên nijadperestane yên beşek ji tîman û fişara berdewam a desthilatdarên werzişê dibe. Çalakvan û siyasetmedarên kurd van hengavan wekî hewldaneke sîstematîk ji bo bêdengkirin û lawazkirina vê klûbê bi nav dikin.

 

 

 

K24

Top