• Sunday, 04 October 2026
logo

Li El Suqeylabiyê êrîşa çekdarî pêk hat alozî hîna berdewam e

Gulan Media October 4, 2026 Nûçe
Li El Suqeylabiyê êrîşa çekdarî pêk hat alozî hîna berdewam e

Ji şeva Şemiyê ve li bajarê  El Suqeylabiyê rageşiya ewlehiyê ya berdewam dike, Hêzên Ewlekariya Hndirîn li bajar û Qelaat El Medîqê belav bûne.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku kesên nenas li ser motorsîkletan êrişî El- Suqeylabiyê kirine, gule li dikanan û sivîlan reşandine, jinek birîndar kirine, bêyî ku sasnameya êrişkaran û sedemên êrişê  werin naskirin.

 

Çavkaniyan da zanîn kirin ku wesayîtên Hêzên Ewlekariya Hundirîn di destpêkê de nekarîn êrişkaran rawestînin û piştî bûyerê atmosferek aloz li bajêr serdest bû.

Rewşa aloziyê li El Suqeylebiyê berdewam dike, di heman demê de sedemên êrişê û rêze bûyerên beriya pevçûnan û êrişan bi tevahî ne diyar in.

 

ANHA

Top