Zêdetir ji pênc hezar şervanên HSDê tevlî artêşa Sûriyeyê hatine kirin
Di çarçoveya ji nû ve sazkirina pêkhateya leşkerî de û piştî temamkirina xulên taybet li akademiyên leşkerî, zêdetirî pênc hezar şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tevlî artêşa Sûriyeyê hatin kirin û li sê pêgehên stratejîk ên parêzgeha Hesekê hatin bicihkirin, ku du ji wan binkeyên berê yên Hevpeymaniya Navdewletî bûn.
Li Çiyayê Kewkeb ê li gundewarê Hesekê, qonaxeke nû ya yekxistina hêzan li Sûriyeyê dest pê kiriye; di vê çarçoveyê de, şervanên HSDê piştî temamkirina perwerde û rahênanên akademîk li akademiyên leşkerî, di bin navê artêşa Sûriyeyê de erkên leşkerî yên nû werdigirin. Di pêşveçûna herî dawî de jî şervanên Feyleqa Duyem (Lîwaya 30emîn) ku ji 1300 şervanan pêk tê, li Çiyayê Kewkeb ê li gundewarê Hesekê hatin bicihkirin.
Hêzên girêdayî parêzgeha Hesekê ji sê lîwayan pêk tên û li ser sê navendên sereke hatine dabeşkirin, ku ew jî Çiyayê Kewkeb ligel her du baregehên leşkerî yên Qesrek û Til Beyderê ne; ev her du baregehên dawî berê du baregehên sereke yên hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî bûn li herêmê.
Hevdem lîwayeke din bi navê Lîwaya Kobaniyê li gundewarê Şamê di perwerde û rahênanê de ye; bi vê yekê jî hejmara giştî ya wan şervanên ku tevlî artêşa Sûriyeyê bûne gihişte 5200 şervanan û proseya tevlîkirina beşên din jî berdewam dike.
Hejmarek ji wan şervanên ku hevpeyvîn bi wan re hatiye kirin diyar dikin ku piştî salên dûr û dirêj ên şerê li dijî DAIŞê, niha berpirsiyariya wan a leşkerî berfirehtir bûye; berê erka wan tenê parastina herêmên Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyeyê bû, lê di vê qonaxa nû de wekî parçeyek ji artêşa Sûriyeyê, dê li hember her êrîş û gefekê parastina tevahiya sînor û axa welêt bikin.
K24
