Hevyazbariya Zanîngeha Rojava û Kobanê
Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanê Hevyazbariya Giştî (Mufadele) ya sala xwendinê ya 2026 – 2027 radigihînin.
Navendên Tomarkirinê:
1. Zanîngeha Rojava (Avahiya Sereke – Qamişlo- Hilêliyê).
2. Zanîngeha Rojava (Fakulteya Endazyariya avakirinê– Hesekê).
3. Zanîngeha Rojava (Fakulteya Endazyariya Petrolê – Rimêlan).
4. Zanîngeha Kobanê (Aavahiya Sereke – Kobanê).
Belgeyên Pêwîst ji bo Tomarkirinê:
- Kopyayek ji nasnameya kesayetî yan jî tomarname (ixracqeyd) an jî belgeya danasînê ji bo kesên bêqeyd (mektûm).
- 8 wêneyên kesane yên nû.
- Bawernameya amadeyî ya resen û kopyayeke wê, an jî koda xwendekar ya encamên bakaloryayê.
- Belgeyek ji Meclisa Malbatên Şehîdan ku diyar dike xwendekar ji malbatên şehîdan e, ji pileya yekem (kur, keç, xwişk, bira, dayik, bav, hevjîn).
Qonaxên Tomarkirnê û Rêbazên Wê:
1. Tomarkirin ji bo hemû xwendekaran li navendên hevyazbariyê ji dîroka 05 / 10 / 2026 dest pê dike û heya 15 / 10 / 2026 berdewam dike.
2. Dabeşkirina li ser beşan dê li gorî daxwaza xwendekar, pileya wî, mafê pêşîniyê yê hevyazbariyê û kapasîteya wergirtinê ya her beşî pêk be.
3. Kurseke perwerdehiyê ji bo Fakulteya Avahîsaziya Ekolojîk û beşên Fakulteya Çand û Hunerê di rojên 14 û 15 / 10 / 2026 de.
4. Hevdîtin ji bo beşên ku hewcedariya wan bi hevdîtinê heye, di navbera 05 / 10 / 2026 û 15 / 10 / 2026 de.
5. Ragihandina encamên hevyazbariyê di dîroka 18 / 10 / 2026 de.
6. Tomarkirina xwendekaran di beşên ku li wan hatine pejrandin piştî encamên dawîn, di navbera 25 / 10 / 2026 û 29 / 10 / 2026 de.
7. Destpêkkirina dewama fermî ji bo xwendekarên nû di dîroka 01 / 11 / 2026 de.
TÊBİNİYÊN GİRÎNG:
Di destpêka hefteya bê de, dê beşên ku li her du zanîngehan hene û xwendekar dikare serî lê bide werin ragihandin, ligel diyarkirina sînorên herî nizm ên pileyan.
Ezmûn tune ye û pileya bawernameya bakaloryayê dê esas wer girtin di hevyazbariyê.
AGAHDARÎ:
Mafê xwediyên bawernameyên dewreya 2025’an heye ku serî li hevyazbariyê bidin, bi şertê ku wan berê serî li hevyazbariya sala 2025 – 2026 nedabe, an jî serî lê dabin û di beşekê de hatibin qebûlkirin lê tomara xwe di beş de nekiribin.
Xwendekarên dibistanên pîşeyî rasterast di zanîngehê de li gorî pisporî û beşên ku zanîngeh diyar dike têne tomarkirin.
ANHA
