• Saturday, 03 October 2026
logo

Ebû Ela Welayî ji bo Herêma Kurdistanê got: Divê vekişîna Amerîkayê nebe sedema dilgiraniyê

Gulan Media October 3, 2026 Nûçe
Ebû Ela Welayî ji bo Herêma Kurdistanê got: Divê vekişîna Amerîkayê nebe sedema dilgiraniyê

 Sekreterê Giştî yê Ketîbeyên Seyîd Şuhedayê peyamek da Herêma Kurdistanê û got, "Divê vekişîna hêzên Amerîkayê nebe sedema dilgiraniyê çimkî ewlehiya Herêma Kurdistanê parçeyekî nayê veqetandin ê ewlehiya Îraqê ye."

Sekreterê Giştî yê Ketîbeyên Seyîd Şuhedayê Ebû Ela Welayî di daxuyaniyekê de pîrozbahî li xelkê Îraqê kir.

Welayî ev rewş wekî "temambûna serweriya niştimanî û serxwebûna biryara Îraqê" bi nav kir.

Welayî li ser hebûna hêzên Amerîkayê diyar kir:

"Lixwemikurhatina Serokê Amerîkayê ya li ser mezinahiya zererên wan ên canî û binavkirina hebûna wan a li Îraqê wekî 'çirav û dojehê' hêz û duristbûna operasyonên berxwedana Îraqê diselimîne, berovajî wan dengan ên ku hewl didan girîngiya van çalakiyan kêm bikin."

"Ewlehî û aramiya we parçeyek ji ya Îraqê ye"

Ebû Ela Welayî di peyama xwe de ji bo Herêma Kurdistanê got:

"Em ji birayên xwe yên li Herêma Kurdistanê re dibêjin, ewlehî û aramiya we parçeyekî nayê veqetandin ê ewlehî û aramiya Îraqê ye.

Her gefeke ku rûbirûyî Herêma Kurdistanê bibe, erkê niştimanî yê hemû kurên Îraqê ye ku girîngiyê bidinê."

Welayî her wiha anî zimên:

"Divê vekişîna Amerîkayê li Herêma Kurdistanê nebe sedema dilgiraniyan, divê wekî derfetekê ji bo selimandina şiyana Îraqiyan a di parastina ax û serweriya xwe de were dîtin."

Êrişên li Herêma Kurdistanê

Ev daxuyaniyên Ebû Ela Welayî ku yek ji serkirdeyên diyar ên Berxwedana Îslamî ya Îraqê ye, piştî wê yekê tên ku 30ê Îlonê dema bidawîhatina erkê Koalîsyona Navneteweyî ya li Îraq û Herêma Kurdistanê bû.

Ji 28ê Sibata îsal ve ku şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê dest pê kir, bi zêdetirî hezar dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Beşeke berbiçav a wan êrişan ji aliyê wan koman ve hat lidarxistin ku xwe wekî Berxwedana Îslamî bi nav dikin.

Wan koman beriya vî şerî jî bi dehan caran êrişî Herêma Kurdistanê kiribû û zerereke mezin dabû binesaziya wê, bi taybetî jî binesaziya petrol û gazê.

 

Rudaw

Top