• Saturday, 03 October 2026
logo

Sibe li Kerkûkê zengilê sala nû ya xwendina kurdî tê lêxistin

Gulan Media October 3, 2026 Nûçe
Sibe li Kerkûkê zengilê sala nû ya xwendina kurdî tê lêxistin

Sibe yekşemê 4ê Cotmeha 2026an, li parêzgeha Kerkûkê zengila destpêkirina sala nû ya xwendina kurdî tê lêxistin. Rêveberê Xwendina Kurdî li Kerkûkê radigihîne, ti kêmasiyeke wan ji bo destpêkirina proseya perwerdeyê nîne û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû daxwazên wan bicih anîne.

Rêveberê Xwendina Kurdî li Kerkûkê Kamiran Elî di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re ragihand, hemû amadekariyên pêwîst ji bo sala nû ya xwendinê hatine temamkirin û proseya xwendina kurdî li Kerkûkê di qonaxeke pêşketî de birêve diçe. Elî da zanîn, îsal zêdetirî 104 hezar xwendekar di ast û qonaxên cuda de li 562 dibistan û baxçeyên zarokan dest bi xwendinê dikin.

Wî berpirsê perwerdeyê diyar kir, tîmeke perwerdeyî ya ji 8 hezar û 200 mamoste û karmendan pêk tê, serpereştiya proseya wanegotinê û birêvebirina navendên xwendinê dikin. Herwiha ji aliyê pêdawîstiyên lojîstîkî ve, rêveberiyê ji bo îsal 1 mîlyon û 200 hezar pirtûkên xwendinê dabîn kirine.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo afirandina jîngeheke guncaw a perwerdeyê, soza dabînkirina 1 hezar maseyên rûniştinê yên xwendekaran û 500 textikên spî ji bo polên waneyan daye.

Derbarê zêdebûna daxwaza li ser wergirtina perwerdeyê bi zimanê kurdî, Kamiran Elî aşkere kir ku hejmareke berbiçav ji xwendekarên xwendina erebî berê xwe dane xwendina kurdî. Li gorî gotina wî, sedema vê vedigere wan destkeft û serkeftinên mezin ên ku xwendekarên kurd di salên borî de bi dest xistine, bi taybetî ku di asta ezmûnên nîştimanî yên pola şeşem a seretayî de rêjeya serkeftinê gihişte %82ê.

Rêveberê Xwendina Kurdî li Kerkûkê herwiha bal kişand ser asta serkeftina xwendekaran û got, xwendekarên beşa kurdî li ser asta Iraqê pileya yekem û duyem bidest xistine; di xula yekem de 140 xwendekar û di xula duyem de jî 50 xwendekaran pileya herî bilind bi dest xistin û hatin xelatkirin.

Hevdem li 89 dibistanan rêjeya derçûnê di xula yekem de %100 bûye, ku ev yek wekî nîşaneke zelal a serkeftina pêngav û stratejiya xwendina kurdî li parêzgeha Kerkûkê tê dîtin.

 

K24

Top