Mesrûr Barzanî serweşiyê li malbata Selah Kiwêxa dike
Di peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de hat: “Bi mixabinî ve, min nûçeya koça dawiyê ya Serperiştyarê Germiyanê yê berê Selah Kiwêxa bihîst. Pirse û serxweşiyê li mabata wî ya birêz dikim. Xwedêyê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide kesûkarên wî.”
Serperiştyarê îdareya Germiyanê yê berê Selah Kiwêxa îro li nexweşxaneyek Silêmaniyê bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dabû.
