• Monday, 28 September 2026
logo

Li Akrê Festîvala Berhemên Xwemalî û Çandiniyê dest pê dike

Gulan Media September 17, 2026 Corane
Li Akrê Festîvala Berhemên Xwemalî û Çandiniyê dest pê dike

Li qezaya Akrê "Festîvala Berhemên Xwarinê û Xwezayî" îro 17ê Îlona 2026an dest pê dike û dê sê rojan bidome. Armanca sereke ya fêstîvalê giringîpêdana bi berhemên navxweyî, piştgirîkirina cotkaran û pêşandana şiyanên berhemhênerên Akrê ye.

Qezaya Akrê ji aliyê berhemên çandiniyê ve wek yek ji navçeyên herî dewlemend ên Kurdistanê tê naskirin. Di festîvala îsal de hemû berhemên xwezayî û xwemalî yên deverê tên pêşandan û welatî dikarin rasterast ji cotkaran bi bihayekî ji bazarê erzantir van berheman bikirin. Ev yek wek pêngaveke girîng ji bo vejandina aboriya navxweyî û danasîna sirûşt û berhemên devera Akrê tê nirxandin.

Rêveberê Çandiniyê yê Akrê û Rêkxistinkarê Festîvalê Fazil Mistefa di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re ragihand: "Ev qonaxa duyem a festîvalê ye û hemû amadekariyên pêwîst hatine kirin. Îro saet 10:30ê sibehê festîval deriyên xwe li li pêş mêvan û welatiyan vedike."

Fazil Mistefa da zanîn, festîval li nêzîkî Alweya Nûjen a Akrê birêve diçe û çalakiyên wê dê heta derengiya şeva Şemiyê berdewam bin.

Rêveberê Çandiniyê herwiha tekez kir, festîvala îsal li gorî salên borî cudatir, mezintir û berfirehtir hatiye amadekirin û berhemên çandinî û xwezayî yên cûrbecûr tê de tên pêşandin.

 

 

K24

Top