Rêveberekî berê YNKê bersiva Arêz Ebdula da: Herkesekî xebatkar be dijî referandûmê naaxive
Endamê rêveberiya YNKê Arêz Ebdula piştî şikestên xwe yên ji bo hemû bask û grubên nav YNKê naha bê ku hesabekî ji bo gotinên xwe bike, hewla razî kirina dilê taxima xiyaneta 16ê cotmeha nav YNKê dide û di hevpeyvîna xwe ya dawiyê de jî gelek tomet li ser rêveberiya siyasî ya Kurdistanê çêdike ku ji ber referandûma serxwebûna Kurdistanê pêkaniye.
Endamê berê yê rêveberiya YNKê Mihemed Wetman ji BasNewsê re ragehand: ‘’Bi salan me xebat û tekoşîn nav YNKê de kirin, hemû xebata min û hevalên min bo serxwebûna Kurdistanê bûn û xebata me ne ji bo wê bû tenê em parêzgehekî yan bajarokekî azad bikin. Lê dema em dibînin gelê kurd bê piştevan e. Ew tişteke din e, lê ya giring ew e min baweriya min bi referandûmê heye û min karê baş kiriye bo serxistina wê proseya niştimanî û naha jî heta xwîn di bedena min de be ez dê kar bo serxwebûna Kurdistanê bikim.’’
Bi baweriya Mihemed Wetman: ‘’Raste referandûm bo serxwebûna Kurdistanê hatiye kirin û sedî 93 xelkê Kurdistanê dengê ‘’Belê’’ daye. Lê eger em serxwebûna netewa xwe nebinin, ez geşbînim dê newiyên me dê serxwebûnê bi çavên xwe bibînin.’’
Derbarê gotinên Arêz Ebdula de jî Mihemed Wetman got: ‘’Kesê ku ew axaftin kirine ya baş ewe ew bixwe li ser gotinên xwe bifikire û ez bawer nakim kesên tekoşer û biwêr bikarin wan gotinan bikin. Ji ber gelê kurd xebat bo serxwebûnê kiriye. Ne ji bo parêzgehek û wezîrek hebe û ser bi Iraqê be. Ji ber wê pêwîste kesên tekoşer û xwedî xebat û rojnamevan dikarin bersiva wan kesane bidin.’’
Mihemed Wetman got: ‘’Herkesekî xwedî xebat û tekoşîn be, yan bawerî bi kurd û Kurdistanê hebe, pêwîste proseya referandûma serxwebûna Kurdistanê wek çavên xwe jê hesbike û navbangê wê biparêze.’’
Basnews
