TikTok dê 400 milyon dolaran wekî tezmînat bide Amerîkayê
Tora civakî TikTok û şirketa xwediyê wê ByteDance, ji bo çareserkirina doza Wezareta Dadê ya
Amerîkayê bi dayîna 400 milyon dolarî razî bûn.
Wezareta Dadê ya Amerîkayê ew bi komkirina agahiyên zarokan a li dijî yasaya parastina
taybetmendiya zarokan a li ser înternetê tawanbar kirin.
Ev peyman piştî çend mehan ji veguhastina beşek ji karên ByteDanceyê ya ji bo veberhênerên
Amerîkayê pêk hat.
Ev veguhastin ji bo bersivdayîna dilgiraniyên li ser aramiya niştimanî ya Amerîkayê hatibû kirin.
Wezareta Dadê ya Amerîkayê sala 2024an li ser navê Komîsyona Bazirganiyê ya Federal li dijî
TikTokê doz vekir.
Wezaretê TikTok tawanbar kir ku wê destûr daye bi milyonan zarokên di bin 13 salî de bêyî
agahdarî û razîbûna dayîk û bavên xwe hesaban vekin.
Tezmînata herî mezin
Li gorî peymanê, TikTok dê destpêkê 300 milyon dolarî bide û pişt re jî 100 milyon dolarên din bide.
Wezaretê ragihand ku ev di dozeke têkildarî yasaya parastina taybetmendiya zarokan a li ser
înternetê de yek ji tezmînatên herî mezin e.
Alîkarê Dozgerê Giştî yê Amerîkayê Stanley Woodwardi got:
“Ev peyman ji bo zarok û dayîk û bavên Amerîkayî serkeftineke mezin e.”
Stanley Woodwardi anî zimên ku wezareta wan ji bo piştrastkirina parastina zarokan a li ser înternetê dixebite.
Her çi qasî TikTok li ser ewlehiya zarokan û parastina taybetmendiyê bi hezaran dozên yasayî
yên bikarhêneran re rû bi rû mabe jî, doza Wezareta Dadê ji bo parastina taybetmendiyê yek ji
gefên herî mezin bû ku şirketa navborî pê re rû bi rû ma.
Rudaw
