• Saturday, 22 August 2026
logo

Serok Barzanî sersaxî ji malbata Talib Moryasî re xwest

Gulan Media August 22, 2026 Nûçe
Serok Barzanî sersaxî ji malbata Talib Moryasî re xwest

Serok Barzanî sersaxî ji malbata Talib Moryasî re xwest û bi rêzgirtin ve behsa xebat û westiyana wî ya pêxemetî Kurd û Kurdistanê kir.

Serok Mesûd Barzanî êvara îro Pêncşemê, 20ê Tebaxa 2026ê, di peywendiyeke telefonî de, sersaxî ji malbata Talib Ebdula Seîd, ku wekî Talib Moryasî tê nasîn, re xwest û hevxemya xwe gihand malbat, kesûkar û binemala wan.

Her di wê peywendiya telefonî de, Serok Barzanî bi rêzdarî ve bal kişand ser xebat û westiyana Xudêjêrazî ya pêxemetî Kurd û Kurdistanê.

Malbata Xudêjêrazî Talib Moryasî jî ji aliyê xwe ve gelek spasiya Serok Barzanî kir û ev peywendî û hevxemiya cenabê wî wekî sebir û hedareka mezin bo binemala xwe nirxand.

 

K24

Top