AMED - Ji bo 49 gerîlayên PKKyê şîn hat danîn: Tuncer Bakirhan jî beşdar bû
Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, ji bo 49 gerîlayên PKKyê yên ku di demên cuda de di
şer û pevçûnan de canê xwe ji dest dabû şîn hat danîn.
Hevserokê Giştî yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan jî
beşdarî şînê bû.
Roja Înê li Parka Koşuyoluyê ya navçeya Rezanê ya Amedê merasîmek hat lidarxistin.
Merasîm bi pêşengiya Komeleya Yekîtî, Çand, Piştgirî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa
Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) hat organîzekirin.
Şîn ji bo 49 gerîlayên PKKyê yên ku di demên cuda de di şerê bi artêşa Tirkiyeyê de canê xwe ji
dest daye, hat danîn.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan beşdarî merasîmê bû û sersaxî ji malbatên wan re xwest.
Li gel Bakirhan, Serokwekîla Koma DEM Partiyê û Parlamentera Qersê Gulistan Kiliç Koçyîgît û
Parlamentera Amedê Adalet Kaya jî beşdar bûn.
Şîn dê 3 rojan berdewam bike
Hat ragihandin ku şîn dê 3 rojan berdewam bike û tê çaverêkirin ku hejmareke zêde ya xelkê
biçin serdana malbatan.
DER saziyeke civaka sivîl e ku li Bakurê Kurdistanê ji bo piştgiriya malbatên kesên di şer de canê
xwe ji dest daye xebatan dimeşîne.
Komeleyê berê jî li bajarên wekî Amed û Mêrdînê merasîmên bi vî rengî li dar xistibûn.
Ev merasîma şînê ya ji bo 49 gerîlayan di demekê de ye ku pêvajoya çareseriyê gihîştiye qonaxa
bicihanîna "Yasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî".
Ev yasa bingeha hiqûqî ya ji bo çekdanîn û vegera gerîlayên PKKyê ya nav jiyana sivîl misoger dike.
Rudaw
