Rûsiya êrişî Ukraniya kir: 50 kes hatin kuştin
Rûsiya doh êrişî paytexta Ukraniya Kiyêv û herêmên derdora wê kir.
Di encamê de 17 kes hatin kuştin û 40 kesî jî birîndar bûn.
Serokê Ukraniya Volodimir Zelenski diyar kir ku êrişa Rûsiya zirar li 30 avahiyan, dibistan û nexweşxaneya zarokan li Kiyev û herêmên derdora wê kiriye.
Her wiha Ukraniya ragihand ku şevê din Rûsiya bi dehan mûşekên Kirûz û yê balistî li kêleka 160 balafirên bê mirov êriş pêk anîn.
Li aliyê din Wezareta Parastinê ya Rûsiya got ku hêzên wan bi mûşek û balafirên bê mirov êrişî Kiyêv û derdora wê kirin.
Li gorî Wezaretê wan depoyên Leşkerî, cihê çêkirina balafiran û lojistîk kirin aramanc.
Ronahi.tv
