Mazlûm Ebdî êrişa li ser malbatên Serêkaniyê şermezar kir
Fermandarê HSD’ê Mazlûm Ebdî di der barê êrişa li ser malbatên Serêkaniyê yên vedigeriyan warê xwe daxuyaniyek li ser malpera xwe a fermî X’ê weşand.
Mazlûm Ebdî êrişa li ser malbatên Serêkaniyê şermezar kir.
Her wiha got em ji bo hesabpirsînê jî dixebitin.
Mazlûm Ebdî êrişên li dijî malbatên Kurd ên vedigeriyan Serêkaniyê şermezar kir û diyar kir ku vegera wan bi hemahengiya dewleta Sûriyeyê re pêk hat.
Her wiha Mezlûm Ebdî got.
Em hêrsa kolana Kurdî ya li hemberî van êrişan fêm dikin.
Di heman demê de em bang li şêniyên xwe dikin ku xwe ragirin, nekevin nava kiryarên bêberpirsiyarî, saziyên sivîl û ewlekariyê biparêzin.
Herî dawî Mezûm Ebdî got, em teqez dikin ku, em ji bo parastina koçberên sivîl ên vedigerin,
hesabpirsîna ji kesên destên wan di vî kiryarê de hene, her wiha ji bo mîsogerkirina mafên hemûyan û parastina aramiyê, bi aliyên têkildar re dixebitin.
Bi bîr bixîm ku Di çarçoveya bicihanîna peymana 29’ê Çileyê de, îro koma yekemîn a koçberên Serêkaniyê ku ji 410 malbatan pêk dihat, vegeriyan warê xwe.
Dema derbasî bajar bûn, kesên hawirde êrişî wan kirin û erebeyên wan şikandin.
Li hemberî êrişan, xelkên Hesekê, Qamişlo û Til Temirê daketin qadan û nerazîbûn nîşan da.
Ronahi.tv
