MSD’ê êrişên li dijî karwana koçberên Serê Kaniyê şermezar kir
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) êrişên li dijî karwana koçberên Serêkaniyê şermezar kirin û diyar kir ku parastina mirovan û rûmeta wan erkek e girîng e.
MSD’ê anî ziman ku, ew bi fikareke mezin pêşdeçûnên li dijî karwana yekemîn a koçberên Serêkaniyê, hêrsa gel li Hesekê û Qamişloyê dişopîne.
MSD’ê êrişa li dijî malbatên vedigerin malên xwe şermezar kir û diyar kir ku ewlehiya welatiyan û mafên wan ên vegerê dive di ser hesabên siyasî yan jî ewlehî re bên girtin.
Her wekî destnîşn kir ku vegera koçberan mafekî neteweyî û mirovî ye û malbatên Kurd pêwîstiya wan bi parastin û misogeriyên selametî û mafan heye.
MSD’ê bang li tevahî alî û hêzên civakî kir ku xwe ragirin, berjewendiya giştî di ser her tiştî re bigirin û ji hêrs an jî sorbûnê bi dûr bikevin, saziyên sivîl û ewlehiyê biparêzin.
MSD: Berpirsan diyar bikin û hesab ji sûcdaran bixwazin
Meclisa Sûriya Demokratîk di dawiyê de got,
Berpirsan diyar bikin û hesab ji sûcdaran bixwazin û encamên lêpirsîn ji raya giştî re parve bikin.
Ronahi.tv
