Êrîş li ser Baregeha Sanê hat kirin herî kêm 10 kes hatin kuştin
Di êrişa çeteyên koma ”Nesret El Îslam we El Muslimîn” ya li ser baregeha leşkerî ya bajarê Sanê yê naverasta Maliyê de 10 leşker hatin kuştin.
Li gorî nûçeya AFP’ê ku agahiyên dispêre çavkaniyên xwecih,
Di êrîşa li ser baregeha leşkerî ya bajarê Sanê yê naverasta Maliyê de bi kêmanî 10 leşkerên Maliyê hatin kuştin.
Rayedarekî xwecih got, êrişa giran bû sedema mirina leşkeran.
Her wiha çavkaniyekî ewlehiyê jî diyar kir ku bi kêmanî 10 leşker hatine kuştin û dibe hejmara kuştiyan zêdetir bibe.
Lê belê artêşa Maliyê der barê êrişê de tu daxuyanî neda.
”Nesret El Îslam we El Muslimîn” Êrîş girt ser xwe
Lê çeteyên “Nesret El Îslam we El Muslimîn” bi daxuyaniyekê êriş girt ser xwe.
Ronahi.tv
