• Monday, 10 August 2026
logo

Serok Barzanî pêşwazî li parlamenterê Almanyayê Serdar Yuksel kir

Gulan Media August 10, 2026 Nûçe
Serok Barzanî pêşwazî li parlamenterê Almanyayê Serdar Yuksel kir

Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya endamê Parlamentoya Almanyayê Serdar Yuksel kir. Di hevdîtinê de rola Kurdên diyasporayê, çareseriya aştiyane ya doza Kurd û rewşa navçeyê hatin nirxandin.

Serok Mesûd Barzanî îro 9ê Tebaxa 2026an pêşwaziya parlamenterê Almanî Serdar Yuksel kir. Serok Barzanî bi germî xêrhatina Yuksel kir û kêfxweşiya xwe anî ziman ku ciwanekî Kurd kariye wekî siyasetmedarekî serkeftî di navendên biryardanê û parlamentoya welatekî mîna Almanyayê de bibe xwedî rol.

Serok Barzanî destxweşî li hewildan û xebatên Serdar Yuksel kir, bi taybetî ji bo parastina mafên penaberan û piştevaniya doza Kurd li Ewropayê. Herwiha Serok Barzanî bal kişand ser bingeh û prensîbên xebata rizgarixwaz a gelê Kurdistanê û tekez kir ku: "Divê pirsa Kurd li Rojhilata Navîn bi rêyên aştiyane, diyalog û bi awayekî serdemiyane were çareserkirin."

Ji aliyê xwe ve, parlamenterê Almanî Serdar Yuksel pêzanînên xwe ji bo rola dîrokî ya Serok Barzanî di xebata azadîxwaziya Kurdistanê û şerê li dijî terorê de nîşan dan. Yuksel bal kişand ser giringiya piştevaniya doza Kurd li Rojavayê Kurdistanê û diyar kir ku li Almanya û gelek welatên cîhanê, dost û alîgirên mafên gelê Kurdistanê hene.

Di beşeke din a hevdîtinê de, Yuksel ezmûna Herêma Kurdistanê wekî ezmûneke hêja û biqedir binav kir û got ku divê ev qeware were parastin û piştgirîkirin. Herwiha wî pesna xebatên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî da ku di alîkarîkirina aware û penaberan de roleke berbiçav dilîze.

Dawîn guhertinên siyasî yên navçeyê, gefên terorê û hevkariyên navneteweyî mijarên din hevdîtinê bûn.

 

Rudaw

Top