IranWire: Mucteba Xamineyî li ber mirinê ye
Tê zanîn ku Xamineyî ji êrişên hevpar ên Amerîka û Îsraîlê yên meha Sibatê û vir ve qet derneketiye pêşberî raya giştî.
Malpera Nûçeya a ÎranWire destnîşan kir ku rewşa tenduristiyê ya Mucteba Xamineyî girane.
Li gorî agahiyên dawî yên ku ji aliyê malpera nûçeyan a IranWire ve hatine weşandin, rewşa Rêberê Olî yê Îranê Mucteba Xamineyî di rewşeke pir krîtîk de ye.
Du çavkaniyên cuda yên ku nêzîkî kargêriya Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan’in, destnîşan kirin Xamineyî li ber mirinê ye.
Mesûd Pizîşkiyan: Rewşa Mûcteba Xamineyî gelek girane
Serokomar Mesûd Pizîşkiyan di hevpeyvîneke televîzyona dewletê de bi awayekî eşkere diyar kir ku rewşa Xamineyî gelekî girane.
Piştî êrişên hevpar yên esmanî ên Amerîka û Îsraîlê di meha Sibatê de, Elî Xamineyî hat kuştin kûrê wî Mucteba Xamineyî li şûna bavê xwe hat erkdarkirin.
Lê belê, ji wê rojê ve heta niha qet derneketiye pêşberî gel û tenê daxuyaniyên nivîskî yên bi navê wî hatine belavkirin.
Di nav rayedarên payebilind ên hikûmetê de jî gotegot hene ku ew di heman êrişa meha Sibatê de bi giranî birîndar bûye û niha di rewşeke giran a tenduristiyê de li cihekî veşartî tê dermankirin.
Yek ji çavkaniyan ji IranWire re tekez kiriye ku,
Ger em nûçeya mirina wî zû bibihîzin, em qet matmayî nebin.
Ronahi.tv
