Va ye anketa dawî: Yenî Parti yekem e, ji bo DEM Partî hişyarî ye
SONAR Araştirma bi pirsa "Vê dawiya hefteyê hilbijartin çêbe tu yê dengê xwe bidî kîjan partiyê?" anketek çêkir. Li gor anketê Yenî Partî dibe yekem, DEM Partî li bin bendavê dimîne.
SONAR Araştırma di sala 1988'an de ji aliyê Hakan Bayrakçi ve hatiye avakirin. Heta niha di hilbijartinên wekî 2011 û pûşpera 2015'an de performansek baş nîşan dabû û bi xetayên biçûk nêzî encamê hilbijartinê encam bi dest xistibûn. Di hin hilbijartinan de jî şaşî kiribû. Lê bi giştî li kompaniyên anketan Tirkiyeyê ev kompanî di asteke jor de ye.
Li gor nûçeya rojnameye Sozcu, SONAR'ê di anketê de ev encam derxistiye: Yeni Partî bi sedî 24,1 derketiye, piştî dengdarên bêbiryar têne belavkirine, Yeni Parti derketiye sedî 34,3.
Dûre AK Partî tê ku bi sedî 30,2 cih girtiye.
DEM Partî bêyî dengên kesên bêbiryar bê belavkirin xwedî 6 pûanan e, piştî belakirina wan dengan bi sedî 8,5 di rêza sêyem de cih girtiye. Îyi Partî sedî 7, MHP sedî 5,1, CHP sedî 5.
Li gor anketê Anahtar Partî sedî 2,6, Zafer Partisi sedî 2,3 deng girtine. Her wiha Yenîden Refah bi 1,6, BB jî bi 1,3 di anketê de cih girtine.
Li Tirkiyeyê di hilbjartina ji bo mebûsan de bendav sedî 7 e. Bi vê encamê tenê Yenî Partî, Ak Partî, DEM Partî û Îyî Partî dikarin bikevin hilbjartin.
Diyarname
