Roja yekemîn a dan û standinên Lubnan û Îsraîlê bi dawî bû
Vê êvarê, roja yekemîn a gera dan û standinên rasterast ên di navbera Lubnan û Îsraîlê li paytexa Îtalyayê Romayê ya bi sponseriya Amerîkayê bêyî lihevkirinekê ji bo avakirina “herêmên tecrîbî” bi dawî bûn.
Rûniştinên roja yekemîn li ser dosyayên xêzkirina sînorên bejahî û êrişên Îsraîlê yên berdewam ên li ser başûrê Lubnanê ne.
Di rûniştinan de, Balyozê (DYA) û Balyozê Lubnanê Simon Karam der barê mekanîzmayên pêkanîna peymana çarçoveyî de axivîn.
Dan û standin wê heta roja pêncşemê bidomin.
Her wiha Beyrût bi van dan û standinan hewl dide vekişînek gav bi gav a Îsraîlê ji başûrê Lubnanê misoger bike.
Lê nirxandinên Lubnanê destnîşan dikin ku dibe ku Îsraîl niha panbend nebe ku herêmên nû yên tecrîbî destnîşan bike.
Di 26’ê Hezîranê de, Lubnan û Îsraîl gihîştin rêkeftinek çarçoveyî ku vekişînek gav bi gav a Îsraîlê ji deverên li başûrê Lubnanê û bicihkirina artêşa Lubnanê li herêmên diyar destnîşan dike û rê li ber qonaxên paşîn vedike.
Di encamê de artêşa Îsraîlê ji derdora bajarokê Zûtar El Xerbiye -yek ji deverên ku di nav rêkeftinên tecrîbî de ne- vekişiya û artêşa Lubnanê li wir bi cih bû.
Di heman demê de Li aliyekî din jî Hizbullah danûstandinên rasterast bi Îsraîlê re red kirin û got ew tawîzdayîne.
Washingtonê jî anî ziman ku pêwîst e beriya veguhastina li qonaxên nû yên bicihanîna rêkeftinê li ser mekanîzmayeke zelal, lihevkirin pêk bê.
Ronahi.tv
