Birêvebirê Nahiyeya Kobaniyê: Divê navên Kurdî di qeydên fermî de bên pejirandin
Ji bo fermîkirina navê Kobaniyê û vegerandina navên Kurdî yên gundan ên di qeydên fermî yên dewletê de, sibe li herêmê kampanyayeke komkirina îmzeyan dest pê dike.
Birêvebirê Nahiyeya Kobaniyê Mihemed Mihemed li ser vê mijarê ji Rûdawê re axivî.
Mihemed Mihemed ji Rûdawê re ragihand ku ew dê piştgiriyê bidin kampanyaya komkirina îmzeyan a ji bo naskirina navê Kobaniyê.
Wî destnîşan kir ku ew dê wan îmzeyan radestî Parêzgariya Helebê bikin.
Pêvajoya fermîbûnê
Birêvebirê Nahiyeya Kobaniyê Mihemed Mihemed diyar kir ku ev kampanya dê bi komkirina îmzeyan dest pê bike.
Wî anî zimên ku piştî temamkirina wan îmzeyan, dê pêvajoyeke îdarî ya fermî hebe.
Li gorî agahiyên ku Mihemed Mihemed dane, piştî ku îmze di asta herêmî de bên pejirandin, ew dê ji Parêzgariya Helebê re bên şandin.
Piştî erêkirina parêzgar jî dê daxwazname ji Wezareta Birêvebiriya Herêmî û Jîngehê re bê pêşkêşkirin.
Bi vî awayî wezaret dê di civîn û şêwirên xwe de biryara dawî li ser vê mijarê bide.
Nasname û navê Kobaniyê
Birêvebirê Nahiyeya Kobaniyê li ser girîngiya parastina nasnameya herêmê û navê Kobaniyê wiha axivî:
"Ez bi xwe dixwazim ku navê Kobaniyê di qeydên dewletê de bê destnîşankirin û parastin.
Ji ber ku Kobanî xwedî navekî taybet e û keda wê ya taybet heye."
Navên Kurdî yên gundan
Mihemed Mihemed bal kişand ser navên gundên herêmê yên ku di serdemên berê de hatibûn guhertin û xwest ku hemû navên Kurdî li qeydên fermî vegerin û li ser vê yekê got:
"Em dixwazin di qeydên dewletê de navên gundên Kobaniyê hemû vegerin ser navên xwe yên Kurdî.
Divê navên Kurdî bin, ne navên serdema Beasê bin ku berê hatibûn guhertin."
"Kobanî di dilê me hemûyan de ye"
Mihemed Mihemed da zanîn ku ti kes ne li dijî navê Kobaniyê ye û tewr parêzgarê Helebê bi xwe jî ne li dijî navê Kobaniyê ye û got:
"Ti kes ne li dijî navê Kobaniyê ye, berevajî vê yekê em hemû pê serbilind in.
Kobanî di dilê me hemûyan de ye."
Divê were gotin ku navê Kobaniyê bi qeydên fermî de bi şiklê "Eyn el-Ereb" derbas dibe û di serdema rejîma Beasê de navên gelek gund, bajarok û bajarên Kurdan hatine guhertin.
Rudaw
