Reqa-Salih Semo bavê du şehîdan hat kuştin
Li bajarê Reqqayê, kiryarên qirêj û êrîşên li dijî kurdên bêguneh berdewam dikin.
Li taxa Diriyê welatiyê temenmezin û bavê du şehîdan, Salih Ehmed Semo hat kuştin.
Salih Ehmed Semo ji gundê “Xerab Rast” e.
Ew kesayetiyekî naskirî û welatparêz bû.
Bavê du şehîdan e. Berê wekî Hevserokê Komîna Taxê xizmet dikir.
Salih Semo, di encama êrîşeke çekdarî ya hovane de jiyana xwe ji dest da.
Ew li gel hevjîna xwe li ser rênîşana giştî dimeşiya.
Du kesên rûgirtî ku li ser motorekê bûn, rê li ber wan girtin.
Yek ji êrîşkaran rasterast gule reşand serê Salih Semo.
Wî di cih de li ber çavên hevjîna xwe jiyana xwe ji dest da.
Ji ber berdewambûna van êrîşan , kurdên Reqqayê di bin rîskeke mezin a jiyanî de ne.
Ji ber fikarên ewlehiyê, gelek malbatên kurd neçar dimînin ku ji Reqqayê ber bi Kobanê ve koçber bibin.
Ronahi.tv
