Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Konsulê Almanyayê rewşa Iraq û navçeyê gotûbêj dikin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya bi dawîhatina erkê wî yê dîplomatîk, îro 30ê Tîrmeha 2026an, pêşwazî li Konsulê Giştî yê Almanyayê li Herêma Kurdistanê Albrecht von Wittke kir.
Di hevdîtinê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Konsulê Giştî yê Almanyayê kir ku kar ji bo pêşxistina têkiliyên di navbera Almanya û Herêma Kurdistanê de kiriye. Herwiha di erkê wî yê nû de serkeftin jê re xwest.
Di beşeke din a civînê de, her du aliyan behsa çaksaziyên hikûmetê yên di sektorên cuda de, giringiya berdewambûna piştgiriya Pêşmerge û parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê kirin. Herwiha guhertin û pêşhatên herî dawî yên rewşa giştî ya Iraq û navçeyê nirxandin.
K24
