• Thursday, 23 July 2026
logo

Li Qamişlo, Dêrik û Çilaxayê rêveberên nû hatin peywirdarkirin

Li Qamişlo, Dêrik û Çilaxayê rêveberên nû hatin peywirdarkirin

Li Qamişlo, Dêrik û Çilaxayê rêveberên nû hatin peywirdarkirin, gel ew pêşwazî kirin. Dr. Cîhan Seîd Hesam bû berpirsa Qamişloyê ku li Sûriyeyê cara yekê ye jinek dibe berpirsa herêmê.

Roja 19'ê vê mehê bi biryara îdarî ya hejmar 50'î reveber hatin tayînkirin. Li Hesekê ji bo rêveberiyên herêmî xebat hat kirin û kesên nû wekî Rêveberên Herêmê hatin tayînkirin.

Dr. Cîhan Seîd Hesam wekî Rêvebera Herêma Qamişloyê hat peywirdarkirin. Di merasima pêşwazîkirina wê û rêveberên din de Hesak got, "Bêyî ferqê bixim navbera Qamişlo, Amûdê, Tirbesiyê, Til Hemîs û Cezaayê ezê xizmetê bikim."

Li aliyê din ji bo Dêrikê Şêro Mihemed Şêro, ji bo Herêma Çilaxayê jî Xalid Îbrahîm Salih hatin peywirdarkirin.

Di merasimê de Rêveberê Dêrikê Şêro Mihemed Şero jî got ku ewê li gor daxwaza gel xizmetê bikin û got, "Sazî û gel dê di nav hevkariyê de bin. Li Dêrik Çilaxa, Til Koçer, Girkê Legê û li herêma me ji bo xizmet pêş bikeve emê bixebitin."

 

Diyarname

Top