WAN - Êrişên Îranê yên li Herêma Kurdistanê hatin protestokirin
Li navçeya Mehmûdiyê ya Wanê ya Bakurê Kurdistanê, êrişên Îranê yên li Herêma Kurdistanê hatin protestokirin.
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd, ji bo protestokirina êrişên Îranê yên li Herêma Kurdistanê meşek li dar xist.
Jinan piştî meşê, li ber Deriyê Sînorî yê Heretêlê yê di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de daxuyaniyek da.
Di çalakiya protestoyê de dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Yek e, gelê Kurd yek e” û “Bijî têkoşîna jinan” hatin bilindkirin.
"Em dê têkoşînê mezintir bikin"
Birêvebira Înîsiyatîfa Yekîtiya Kurd Dîba Keskinê ragihand ku ew êrişên Îranê yên li dijî Herêma Kurdistanê şermezar dikin.
Dîba Keskinê diyar kir ku ew dê têkoşîna xwe ya li dijî van êrişan mezintir bikin.
Berdevka Platforma Yekîtiya Jinên Kurd Laleş Biçimliyê jî axivî û got, "Rejîma Îranê bi salan e li dijî Kurdan polîtîkayên zordarî û bidarvekirinê dimeşîne."
"9 pêşmergeyan canê xwe ji dest da"
Laleş Biçimliyê da zanîn ku piştî êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê, Îranê jî êrişên xwe yên li Herêma Kurdistanê zêde kirine.
Biçimliyê bal kişand ser êrişên li dijî kampên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û wiha axivî:
“Di êrişên dawî de 9 pêşmergeyên Komeleyê canê xwe ji dest da.
Divê raya giştî ya navneteweyî li hemberî van êrişan bêdeng nemîne û gelê Kurd bi tenê nehêle.
Dijminên Kurdan hêza xwe ya herî mezin ji parçebûn û neyekbûna Kurdan werdigirin.
Em jî wiha bawer dikin ku tekane çareseriya li dijî polîtîkayên zordest ên li ser Kurdan, yekîtî û hevkariya gelê Kurd e.”
Rudaw
