Siyasetmedar: Sûriye li hemberî Îranê şer nake û dê sûd ji encama şer wergire
Şer di navbera Îran û hevalbendên wê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îsraîl de dijwar dibe. Metirsî hene ku şer li herêmê berfirehtir bibe û tê gotin li ser asta herêmî û navneteweyî hewldan hene ku hevsengiyên hêzên li herêmê ji nû ve werin dizaynkirin.
Di vê çarçoveyê de tê pirskirin gelo îhtîmal heye ku Sûriye tev li vî şerî bibe û dê aliyê ewlehî, aramiya hundirîn û dengeyên siyasî û civakî çi bandorê li Sûriyeyê bike. Her wiha tê gotin ku dibe Sûriye nekeve nava şerê heyî.
Nivîskar û siyasetmedarê sûriyeyî Xesan Mifleh got paşvekişîna Îranê ji Sûriyeyê, li Iraq, Yemen û Lubnanê tengavkirina Îranê û li pey Hizbullahê ketin, destpêka şer bû. Ji ber ku Îran neçar ma ku ji Sûriyeyê derkeve.
Mifleh diyar kir ku hêza mûşekan a Îranê Îsraîl gelekî tengav kir û di rojên dawiyê yên şer de Îsraîl nema dikarîbû bersivê bide Îranê, ji ber vê yekê di cara yekem de şer sekinandin.
Her wiha Mifleh da zanîn ku Îsraîl tev li şerê niha yê di navbera Îran û DYA`yê de nebûye û Îran çi qasî hinek navendan li dewletên Kendavê hene, hedef digire lê ew ê di vî şerî de têk biçe û ev têkçûyîn dê di hinek peymanan de diyar bibe.
Ji bo Sûriyeyê jî Mifleh got ev şer encamên wê çi dibe bila bibe bandora xwe li ser civaka Sûriyeyê nake û pêkhateyên wê nake. Ji ber ku ne tenê bi biryara DYA’yê li ser asta navneteweyî biryar hat dayîn ku destê Îranê li ser Sûriyeyê rakin.
Mifleh got encama şerê Îran û DYA`yê çi be jî dê Sûriye sûdê jê wergire. Ji aliyekî dîtir ve Mifleh diyar kir ku Ehmed El Şera leşkerî destwerdana Lubnanê nake û li hemberî Hizbullahê şer nake. Gelek rê û rêbaz dîtir hene, mînak alîkariya bejahî, deryayî û darayî li ser Hizbullahê qut bike û ev yek dê rewşê bide guhertin.
Xesan El Mifleh nivîskar, rojnamevan û analîzvanê siyasî ye. Sala 1960’an li parêzgeha Derayê ji dayik bûye. Ji ber xebata xwe ya siyasî 12 salan di girtîgehên Sûriyeyê de ma û niha li Swîsreyê dijî.
ANHA
