• Wednesday, 22 July 2026
logo

Baregehên Tirkiyeyê li pêşiya vegera koçberên Serêkaniyê asteng in

Baregehên Tirkiyeyê li pêşiya vegera koçberên Serêkaniyê asteng in

Koçberên Serêkaniyê li bendê ne ku vegerin. 
Komîteya Koçberên Serêkaniyê diyar kir ku mayîna baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê li Serêkaniyê li ber vegera koçberan asteng in.
Komîteya Koçberên Serêkaniyê dosya hebûna baregehên Tirkiyeyê li Serêkaniyê û gundên wê xistibû rojeva komîteya pêkanîna Peymana 29`ê Çileyê.

Ji rêveberên komîteya Zehra Semo ji ajansa Hawarê re diyar kir ku, dibe ku hinek baregehên Tirkiyeyê yên li gundên Serêkaniyê vala bikin,

Lê ji bo valakirina baregehên li bajar hîna zehmetî hene û ev dosya çareser nebûye.

Parêzer û gerînendeyê Ofîsa Têkiliyan a Komîteya Koçberên Serêkaniyê Ciwan Îso jî destnîşna kir ku, li ser asta siyasî û ewlehiyê heyanî niha fermî dosya baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê nehatiye nîqaşkirin.

Ciwan Îso anî ziman ku, heyanî baregehên Tirkiyeyê li Serêkaniyê bin, şênî wê ne rehet bin.

Her wekî got, heyanî bajarê Serêkaniyê di destê Tirkiyeyê de be,

Koçber ditirsin dema ku vegerin werin girtin an jî di bin navê tolê de ziyanê bidin wan.

 

Runahi.tv

Top