• Wednesday, 22 July 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî pesnê rola Konsulê Fransayê di bihêzkirina peywendiyên dualî de da

Nêçîrvan Barzanî pesnê rola Konsulê Fransayê di bihêzkirina peywendiyên dualî de da

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta bidawîbûna erk û karên wî, pêşwaziya Konsulê Giştî yê Fransayê kir û pesnê rola wî ya berçav di bihêzkirina peywendiyên dualî de da.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Sêşem, 21ê Tîrmeha 2026ê) li bajarê Hewlêrê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Fransayê Jan Brem kir, ku bi helkefta bidawîbûna erk û karên xwe li Herêma Kurdistanê serdana wî kiribû.

Li gorî daxuyaniya fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di wê hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî spasî û rûmeta xwe pêşkêşî Jan Brem kir, ji bo wê xizmet û rola wî ya berçav di bihêzkirina peywendiyan û dostaniya dîrokî ya di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê de. Herwesa Serokê Herêmê hêviya serkeftinê di qonaxa bê ya kar û jiyana wî de jê re xwest.

Konsulê Giştî yê Fransayê jî ji aliyê xwe ve kêfxweşî û şanaziya xwe bo karkirina li Herêma Kurdistanê anî ziman û spasî û rûmeta xwe bo Serok Nêçîrvan Barzanî û saziyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê tekez kirin, bo wan piştevanî û hêsankariyên ku di heyama erkê wî de pêşkêşî wî û tîma wî kirine.

Di daxuyaniyê de herwesa hatiye diyarkirin ku di pareke din a wê hevdîtinê de, her du aliyan tekez li ser xwesteka dualî bo zêdetir pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina hevkariya hevpar kir. Herwesa rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û dawî pêşveçûnên deverê hatin nîqaşkirin.

Top