• Thursday, 16 July 2026
logo

Bandora lêborînê li ser tendirustiya laşî û derûnî (bi nêrîneke derûnkolerî)

Bandora lêborînê li ser tendirustiya laşî û derûnî (bi nêrîneke derûnkolerî)

Lêborîn (forgiveness), dema ku em bi çavê derûnkoleriyê lê binêrin, ne diyardeyeke rûxsarî û hêsan e ku bi tenê carekê pêk tê û diqede. Berevajî vê, ew pêvajoyeke kûr a derûnê (psîşîk) ye ku bi hêsanî nayê fêmkirin, ji ber ku bi tevahiya avahiya nefs, giyan û derûnê ve girêdayî ye — bi nizimezî (id), ezî (ego) û bilindezî (superego) ve, her wiha bi bîra derhişiyê (unconscious memory), bi mekanîzmayên berevaniyê (defense mechanisms) û bi dîroka têkiliyên serdemê zaroktiyê ve jî. Ji ber vê yekê, mirov dema behsa lêborînê dike, di rastiyê de behsa yek ji wan reftar û tevgerên herî aloz û tevlihev ên xemla mirovî dike, reftar û tevgereke ku hem armanca wê aştiya derûnî ye, hem jî riya digihîje wê armancê bi xwe jî tijî rageşî, dijberî û astengî ye.
Her lêborînek bi birînekê dest pê dike. Ev birîn dibe ku ji nakokiyeke rojane ya bêzirar be an jî dibe ku ji serpêhatî û ezmûneke kûr a xayîntî, terkkirin an destdirêjiya laşî û hestî be. Lê bêyî ku birîn çiqasî mezin be, encama wê di asta derûnî û psîşîk de wekî heman pêvajoyê dixebite: ew heyber û tiştê ku em wekî "êş"ê hîs dikin, di rastiyê de nîşana wê yekê ye ku heyberek û tiştek li xemla derûn û nefsê ya ku heta wê gavê li me xwedî bû, xisar gihandiye me. Derûnkoler Melanie Klein di lêkolînên xwe yên li ser zaroktiya pêşwext an destpêkê de destnîşan dike ku mirov ji zaroktiyê ve fêr dibe ka çawa têkiliyên xwe yên bi kesên din re, nemaze bi dêûbavan re, wekî "heyberên navxweyîn" (internal objects) di hundirê xwe de saz dike. Dema em mezin dibin, ev heyberên navxweyîn bingeha wê yekê ne ku em çawa êş û xayîntiya di têkiliyên nûjen de rave û tefsîr dikin, vedigirin ser xwe û bertekan nîşan didin.
Loma jî gava kesekî ku em jê hez dikin an bawerî pê tînin êşê dide me, ev bertek bi tenê ne bertekek li hemberî wê rûdana taybet e; ew di heman demê de dikare çalak bike heman şopên hestî yên ji zaroktiya me, ji serpêhatî û ezmûnên berê yên terkkirinê, xapandinê an bêqîmetîbûnê. Ev yek diyar dike bo çi carinan birîneke biçûk a rojane, bi awayekî ecêb û sosret hêrseke mezin û bêserûber li pey xwe tîne — ji ber ku ew ne tenê hêrsa li hemberî rûdana niha ye, lê bi rêya "veguhastinê" (transference), heman demê pevgirêdana wê ye bi tevahiya arşîva derûn û psîşîk a êşên berê nin.

Rikhilgirtin û Dubarebûna Derhişiyê
Freud di gelek nivîsên xwe de behsa wê yekê dike ku tişta neyê derkirin an "vegotin" (verbalization), der-naçe; berevajî vê, ew vediguhere enerjiyeke ku di binhişî û derhişî de dimîne û ji wir ve, bi awayekî neyekser, xwe li ser reftar, tevger, xewn û tenanet li ser laş jî xwe dide der. Ev têgîn ku bi navê "dubareya derhişiyê" (repetition compulsion) tê zanîn, gelekî girîng e ji bo fêmkirina hilgirtina rik, kerb û kînê. Kesê ku rikê hildigire û naçe ser lêborînê, bi gelemperî, bêyî ku hay jê hebe, xwe dixe rewşên nû yên ku wî/wê dîsa dixin heman rewşa êşê ya kevn. Ev tê wateya ku birîna ne-çareserkirî, li şûna ku bimîne di paşerojê de, dibe parçeyek çalak a rewşa niha û bi vî awayî mirov, bêyî ku bixwaze, dîsa û dîsa heman senaryoyê ji nû ve dijî — carinan bi heman kesan re, carinan jî bi kesên nû yên ku ji aliyekî derûnî û psîşîk ve, cihê wan kesên berê digirin.
Ev pêvajoya dubareyî, ji perspektîfa derûnkoleriyê, sedema sereke ye bo çi hilgirtina kerb û rikê ewqas ziyanê dide kesê ku wê hildigire, ne kesê ku sedema wê bi xwe ye. Rik û kîna ne-çareserkirî, wekî barekî giran ê derûnî û psîşîk, timî li ber çav û destan e; ew enerjiyeke berdewam a derûnî û psîşîk dixwaze ku mirov wê bide xebitandin — çi bi rêya raman û xeyalên tolhildanê, çi jî bi rêya dûrxistina xwe ji têkiliyên nû, ji tirsa ku dîsa were eciqandin û êşandin. Loma jî lêkolînên zanistî (scientific studies) yên di warê derûnnasiyê de destnîşan dikin ku hilgirtina domdar a kîn û rikê bi zêdebûna asta stres û rageşî û dilxemgîniyê, bi xerabûna kalîteya xewê (sleep quality) û bi zêdebûna metirsiya nexweşiyên dilî (heart diseases) ve girêdayî ye. Ev ne lêrasthatinek û tesadûfek e; laş, ji dîtgeha derûnlaşî (psychosomatic) ve, bi gelemperî dibe cihê ku hestên nayên vegotin an çareserkirin, xwe lê didin der û lê dibin gome.
Yek ji astengên herî girîng ên li ser riya lêborînê, xebata bilindeziyê (superego) ye. Bilindezî, wekî dengê exlaqî yê navxweyîn (hundurîn) ê ku ji rêziknameyên dêûbavan û civakê tê ava kirin, carinan mirov dixe nav paradokseke balkêş: ji aliyekî ve, ew dibe ku mirov wisa hîs bike ku divê mirov "hêrs bimîne" da ku bi rastî nîşan bide ku êşa wî/wê rast bûye ku ew ne "qurbaniyeke bêqedrûqîmet" e; ji aliyê din ve, heman bilindezî dikare mirov bike sûcdar ji ber ku nikare lêborînê pêk bîne, wekî ku lêborîn nîşana "başbûnê" ye û nekarîna lêborînê nîşana kêmasiyeke sinc û exlaqî ye.
Ev alozî û tevliheviya di navbera bilindeziyê de, gelek caran dibe sedem ku mirov di navbera her du hestan de bimîne asêkirî: mirov ne dikare bi tevahî hêrsê bijî (ji ber tawanbariyê), ne jî dikare bi rastî lêborînê pêk bîne (ji ber tirsa ku dê bi vî awayî êşa xwe biçûk bike an înkar bike). Ji vê dîtgehê, gaveke girîng a pêvajoya derûnterapiyê (psychotherapy) ev e ku mirov bilind-eziyê hinekî nerm bike — ku mirov fêm bike ku ne hêrsbûn sûc e, ne jî lêborîn nîşana lawaziyê ye. Herdu jî di rastiyê de, beşeke siruştî û xwezayî ne ji pêvajoya şînê (mourning process) ya ku her birîneke hestî pêwîstî pê heye.
Yek ji têgehên herî bikêrhatî yên derûnkolerî (derûnşîkarî) ji bo fêmkirina lêborînê, têgîna "kar-a şînê" (mourning work) ye ku Freud di gotara xwe ya navdar "Şîn û Malxulyanî" (Mourning and Melancholia) de bi kar tîne. Freud vedibêje ku dema mirov tiştekî an kesekî ku pê ve girêdayî ye winda dike, mirov neçar e derbasî pêvajoyeke dijwar bibe ku tê de mirov gav bi gav hemû wan bendên hestî yên ku mirov bi wê heyber û objeyê ve girêdaye, ji nû ve derbas dike û berdide (nûşiyan).
Lêborîn, bi vî awayî, dikare wekî celebeke şînûşûnê were fêmkirin: şînûşûna li ser wê têkiliya ku berî êşdanê hebû, şînûşûna li ser wê baweriya ku mirov ji kesê din re hebû an jî şînûşûna li ser wî xeyala ku mirov li ser jiyanê an li ser kesê din ava kiribû berî ku rûdana êşdar biqewime. Kesên ku naçin ser lêborînê, bi gelemperî ew kes in ku nikanin vê pêvajoya şînûşûnê biqedînin — ew di navbera înkarê (denial) û tolhildanê de asê dimînin, bêyî ku bigihîjin wê qonaxa ku Freud jê re dibêje "devjêberdana heyberê" (decathexis) ango berdana wê bendê ya derûnî û psîşîk a ku mirov bi zor û zexta wê ve girêdayî ye.
Ev nayê wê wateyê ku mirov rûdanê ji bîr dike an jî wê rewa dike. Berevajî vê, kar-a şînûşûnê tê wê wateyê ku mirov bi hişmendî (consciously) li ser rûdanê dixebite, wê dide ber ziman, wê şîn û bi şûn dike û paşê dihêle ku ew winda be li şûna ku bibe barekî ku her gav pê ve girêdayî dimîne. Ev cudahiya di navbera "jibîrkirinê" û "berdana derûnî û psîşîk" de, yek ji xalên herî girîng ên vê nêrîna derûnkolerî ye.

Veguhastin û Hevdilîn 
Di pêvajoya lêborînê de, hevdilîn (empathy) roleke sereke û navendî dilîze, lê ne bi awayê sivik ê ku em gelek caran jê fêm dikin. Ji dîtgeha derûnkolerî (psîkanalîtîk), hevdilîn ne tenê tê wateya "xwe deynina şûna kesê din", lê tê wateya fêmkirina wê tevaya avahiya derûnî û psîşîk a kesê din (yên-din) — dîroka wî/wê, birînên wî/wê yên xwe û mekanîzmayên berevaniyê yên ku wî/wê birine ber wê kiryara êşdar. Ev celeb fêmkirin, dibe ku alîkar be ji bo veqetandina di navbera "kesê ku êş daye" û "kiryara ku êş daye" de — ango mirov dikare qebûl bike ku kiryar xerab bû, bêyî ku hewceyî be mirov timî kesê din wekî "hemû-xerab" bibîne.
Ev cudahî bi zimanê derûnkolerî tê zanîn wekî "heybera tevlihev" (whole object) berevajî "heybera perçekirî" (part-object). Zarokên biçûk, di destpêka geşedana xwe de, bi gelemperî mirovan wekî "hemû-baş" an "hemû-xerab" dibînin, bêyî nûansê. Mezinbûna derûnî û psîşîk, di gelek waran de, tê wateya gihîştina wê hêz û şiyana fêmkirina ku mirovek dikare hem başiyan hem jî xerabiyan di xwe de vebihewîne. Lêborîn, di vê çarçoveyê de, nîşana wê geşedana derûnî û psîşîk e ku mirov dikare kesê din (yê-din) wekî mirovekî aloz û tevlihev bibîne, ne wekî nîşaneyeke tenê ya êşê.
Carinan lêborîn dibe astengiyeke mezin, bi taybetî dema kesê ku êş daye qet nedaniya çewtiya xwe neke an jî dema êş ji cureyekî kûr û berdewam be, wekî destdirêjiya di zaroktiyê de. Di van rewşan de, berxwedan û bergirî (resistance) li hemberî lêborînê bi gelemperî ne nîşana bêhêziyê ye, lê erk û fonksiyoneke berevaniyê ye: ezî, bi awayekî ne-zelal, xwe li hemberî cardin êşandinê diparêze, bi vê baweriyê ku hilgirtina hişyariyê (vigilance) an jî hêrsê, wê ji xetereyên nû biparêze.
Ji ber vê yekê, di derûnterapiya derûnkolerî (derûnşîkarî) de, mirov qet naçe ser guman û fikara "mirov divê zû lêbibore" wekî tiştekî mekanîkî. Berevajî vê, mirov pêşî li ser têgihiştin û fêmkirina wê fonksiyona ku hêrs û berxwedanê digihîne kesê xebitînê û paşê, hêdî hêdî, digihîje wê qonaxa ku mirov dikare bêyî tirsê lê vebe li hemberî riya lêborînê. Ev pêvajoyeke ku hewceyî sebir û dema domdirêj e; ew ne gaveke yekcar e ku carekê tê stendin û biqede, lê rêwîtiyeke bi dubarebûnan e ku tê de mirov dibe ku çend caran vegere ser heman birînê, ji curbecur zaviyeyan, berî ku ew birîn bi rastî werbigire cihê xwe yê rast di nav dîroka jiyana kesî de.

Cihê Ewle
Şêwirmendî û derûnterapî (psychotherapy) di vê pêvajoyê de xwedan cihekî pir girîng in, ji ber ku ew cihekî ewle (safe space) pêşkêş dikin ji bo ku mirov hestên xwe yên li binhişî û derhişî (veşartî) bîne ser zimanê hişmendiyê, wan bide derkirin û bi vî awayî pêşî li dubarebûna wan a neyînî bigire. Têkiliya di navbera derûnterapîst û kesê xebitîne de bi xwe jî dibe qadeke ku tê de şîkar û dînamîkên kevn ên veguhastinê (transference) dikarin werin dîtin û fêmkirin, bi awayekî ku mirov, ji bo cara yekem, karibe wan bêyî tirsa êşandina cardin bijî.
Bi rêya vê têkiliya derûnterapiyê, mirov dikare hêdî hêdî fêr bibe ku hêrs ne tiştekî tirsnak e ku divê were zivirandin an înkarkirin, lê hesteke siruştî û xwezayî ye ku dema were vegotin û fêmkirin, dikare bibe dergeheke ber bi azadiya derûnî û psîşîk ve. Bi vî awayî, derûnterapî ne tenê alîkariya lêborînê dike, lê alîkariya tevaya pêvajoya kamil û mezinbûna derûnî û psîşîk dike, ya ku tê de mirov dikare bibe kesekî ku kêmtir bi barên borî ve girêdayî ye û zêdetir amade ye ji bo jiyîna demeke niha (present moment).

Encam
Bi kurtasî, ji dîtgeha derûnkoleriyê, lêborîn ne rûdaneke sivik an rûxsarî ye ku bi biryareke hêsan pêk tê. Ew karekî kûr ê derûnî û psîşîk e ku tê de xemla derûn û nefsê hewl dide aştiyekê di navbera arezûyên derhişî (unconscious desires), dengê exlaqî yê hundurîn (navxweyîn) û rastiya derveyî de biafirîne. Ev kar hewceyî wê yekê heye ku mirov fêm bike çawa birînên kevn ên zaroktiyê dikarin bandorê li ser bertekên me yên îro bikin, çawa rikhilgirtin bi rêya dubareya derhişî xwe ji nû ve saz dike û çawa lêborîn, wekî celebek kar-a şînê, dikare rê li ber azadiyeke rastîn veke — ne bi rêya jibîrkirin an înkarkirina êşê, lê bi rêya vegotina wê, şînûşûnkirina wê û bi dawî berdana wê ya bi rasteqîn.
Lê pêwîst e bi vî karê dijwar, mirov ne tenê laşê xwe ji zerara domdar diparêze — wekî ku lêkolînên zanistî li ser tendirustiya dilî, pestoya xwînê û pergala bergiriyê (immune system) destnîşan dikin — lê her wiha rê li ber jiyaneke derûnî û psîşîk a bêtir yekpare, aştiyane û azad ji barên giran ên borî jî vedike. Lêborîn, di dawiyê de, ne diyardeyeke ji bo kesê din e (yên-din); ew, berî her tiştî, diyalogeke hundurîn e ku mirov bi xwe re dike, ji bo ku bi tevahî bibe xwedî jiyana xwe, bêyî ku êşên borî her gav bibin serokê wê jiyanê.

 

 

 

Diyarname

Top