• Sunday, 12 July 2026
logo

Luciano Floridi, Profesyorê Zanista Îdrakê li Zanîngeha Yale ji bo Gulan: Hişê destkird bûye beşek ji wê jêrxana ku em tê de bîr dikin û biryar didin

Luciano Floridi, Profesyorê Zanista Îdrakê li Zanîngeha Yale ji bo Gulan: Hişê destkird bûye beşek ji wê jêrxana ku em tê de bîr dikin û biryar didin

 

Di demekê de ku hişê destkird (AI) bi lez geş dibe û ji amûrekê diguhere û dibe
beşeke bingehîn ji jîngeha jiyan û biryardanê, pirsên têkildarî etîk,
hikûmetdarî û paşeroja mirovahiyê ji her demê zêdetir bûne mijara nîqaşê. Di vê
hevpeyvînê de, yek ji bîrmendên herî diyar ên warê felsefeya agahiyê û etîka
dîjîtal, behsa wê yekê dike ku çima nabe tenê wek amûrekê li hişê destkird bê
nêrîn, belku divê wek jêrxanekê bê dîtin ku şêwazê bîrkirin, biryardan û jiyana
civakî diguhere; û çawa dikare bi berçavgirtina rûmeta mirovî, şeffafiyet û
saziyên bihêz re muamele bi vî re bê kirin. Ew bîrmend jî "Luciano Floridi" ye
ku profesyorê zanista îdrakê ye li Zanîngeha Yale û rêveberê damezrîner ê
Sentera Etîka Dîjîtal e li heman zanîngehê. Warê lêkolînên wî girêdayî felsefeya
agahiyê, etîka dîjîtal, etîka hişê destkird û felsefeya teknolojiyê ne.

- Hûn di karên xwe de pir nîqaşa pirsa "felsefeya agahiyê" dikin û amaje bi wê
dikin ku agahî bûye beşeke bingehîn a wî rastiya (waqiî) ku em tê de dijîn,
yanî em nikarin tenê wek amûrekê lê binêrin. Nexwe li gorî vê şiroveyê,
hikûmet û civak çawa dikarin kontrola hişê destkird bikin?

- Tiştê yekem di vî warî de ku divê em bala xwe bidinê, ew e ku em kontrola
hişê destkird nakin bi wê şêweyê ku em kontrola amûrekê dikin. Mebesta min
ew e ku hişê destkird ne amûrek e, belku hêdî hêdî dibe beşek ji wê jêrxana
ku em tê de bîr dikin, tevdigerin û kar dikin. Karê rast di vî warî de ne ew
e ku em wî bi çekûçekî an hesibokekê (calculator) bidin ber hev, belku karê
guncav ew e ku em wî bi elektrîkê bidin ber hev. Yanî wek yek ji hêman û
regezên jîngeha derdora me, ne wek amûrekê ku li ser maseya me be. Mebesta
min ew e ku hişê destkird dikare ji bo encamdana gelek erkan bê bikaranîn,
tam mîna elektrîkê. Yanî dema em pirsê bi vî şêweyî datînin, nêrîna me
diguhere û êdî em hewl nadin qeyd û bendan deynin ser komek amûran, belku em
hewl didin qadek (faza) tijî agahî gelaş bikin (pêk bînin). Yanî jîngeheke
agahiyê ku tê de em bi amûr û amûrên jîr re dijîn ku bi şêweyekî çalak kar
dikin. Ev hemû jî daxwaz dikin ku em rewşê bi şêweyekî wer daxînin ku
îhtîmala reftarên baş, çi ji aliyê mirovî ve be çi ji aliyê sîsteman ve,
zêdetir bikin. Ez ji vî çemkî re dibêjim "etîkên bingehîn". Ev jî di rastiyê
de tê wateya hebûna standardan, ne diruşman; tê wateya hebûna şiyana
kûrbûnê, ne tenê xewn û xeyalan; ligel hebûna wan saziyên ku şiyana
çavdêriya berdewam hebe, ne tenê girêdana lûtkeyên demkî. Mijar kûrahiyeke
felsefî heye; yanî heger agahî bûbe beşeke jêneveqetandî ya rastiya me ya
rojane, wê demê darêştina qada dîjîtal a agahiyê tê wateya dubare darêştina
rastiyê bi xwe, ku ev jî ne hewldaneke takkesî ye.

- Hûn di pirtûka xwe de ya bi navê "Şoreşa Çarem" de behsa wê dikin ku çawa
teknolojiya dîjîtal nêrîna xelkê ji bo xwe guhertiye. Li vir pirs ew e: Gelo
hişê destkird destpêkeke nû ya guherîneke şaristanî ye, an berdewamiya wê
şoreşê ye ku hûn amaje pê dikin?

- Ez pê bawer im ku ew berdewamiya çir (yoğun) a wê şoreşê ye. Şoreşa Çarem
girêdayî hejandina wê gumana mirovî ye ku pê weha bû tenê agahî li cem wan
e. Ew jî piştî ku Copernicus, Darwin û Freud li ser asta meîrîfî
(epîstemolojîk), biyolojîk û psîkolojîk ev kar bi me re kirin, paşê Turing
hat û ev xelek li ser me girt. Hişê destkird ê berhemhêner (Generative AI)
kamilbûna vê hejandina çarem e. Yanî em nikarin bêjin ev şoreşa pêncem e û
cihê ya çarem girtiye. Êdî em ne di navenda qada agahiyan de ne. Lê belê
tiştê nû di vî warî de, dûrahiya navbera hiş (intelligence) û şiyana
karkirinê (performance) ye. Bo nimûne, ew modelên mezin ên hişê destkird ku
girêdayî warê ziman in, erka xwe bi serkeftî encam didin bêyî ku ji wî karî
fêm bikin. Her weha vê karî di warekî de dikin ku me weha dizanî tenê qada
bîrkirinê ne, wek nivîsîn, kodkirin û çareserkirina kêşeyan. Ev karê hişê
destkird e bêyî ku fêmkirin ligel be. Di rastiyê de girîngiya şaristanî li
vir e; yanî mijar ne ew e ku amûr zêdetir dişibin me, çunkî naşibin. Mebest
ew e ku performansa wan ne tenê girêdayî wan şiyanên me ye ku em bi xwe ve
girê didin. Ji ber wê divê em li ser bingehekî cuda wî giraniya etîkî û
siyasî ava bikin ku me bi karê jêhatî ve girê dida.

- Hûn hişyariyê didin ku nabe em wek pabendbûneke teknîkî li pirsa etîkê
binêrin. Nexwe çawa dikare hikûmet bi vê pirsê re muamele bikin?

- Ez pê bawer im hikûmet bi riya rastgoyî û şeffafbûna xwe li ser tiştê ku
dikare bê kirin û tiştê ku nabe bê kirin, dikarin vî karî bikin. Pabendbûn
zemîneyekê amade dike, lê ev gava dawî nîşan nade. Lîsteya mijarên
pabendbûnê ji te re dibêje gelo sîstemê herî kêm asta standardan girtiye an
na, lê ji te re nabêje gelo divê sîstem hebe an na, an gelo armancên wê
hêjayî wê ne ku kar ji bo wan bê kirin an na. Tevlihevkirina van her du
mijaran rewşekê durust dike ku di rû de weha xuya dike me parastina pirsên
etîkî kiriye, lê di rastiyê de em van pirsan ji naveroka wan vala dikin.

Wek rêzikên lîstikekê li vê pirsê binêrin; yanî pêdivî ye tu pabendî van rêzikan
bî da ku derfeta birina te hebe, lê pêkanîna van rêzikan bi xwe garantî nake ku
tu biberî. Ez pê bawer im çareserî di saziyan de ye. Pêdivî ye em van pirsên
etîkî yên dibin rêzik û yasa ji hev cuda bikin, û wan pirsên din ên etîkî ku
derfeta bîrkirinê didin me li ser tiştê ku divê em bikin piştî ku rêzik û
yasayan sînorên xwe diyar kirin. Ez dibêjim pêdiviya me bi her du aliyan heye.
Divê hikûmet budçeyê ji bo ya duyem dabîn bikin, ne tenê ya yekem bisepînin.
Divê hikûmet veberhênanê di saziyên serbixwe de bike, çi akademîk bin çi sivîl
an pîşeyî, ku erka wan ew e ligel pêşkeftina teknolojiyê, standardan bi zindî
bihêlin.

- Hûn di lêkolînên xwe de li ser etîka dîjîtal tekeziyê li ser ramana rûmeta
mirovî (human dignity) dikin. Gelo hişê destkird ê ku li ser bingeha rûmeta
mirovî hatibe avakirin tê çi wateyê û divê çawa be? Bi taybetî li wan der û
welatên ku alozî, şer û nakokî tê de hene?

- Hişê destkird ê li ser bingeha rûmeta mirovî ew e ku her ji destpêkê ve
sîstem li ser rûmeta mirovî bê avakirin, ne ku piştî çêkirina sîstemê pirsa
rûmeta mirovî lê bê zêdekirin. Heger ez bersivê kurt û sade bikim, divê ev
sîstem bi şêweyekî bê darêştin ku kontrol di destê mirovan de be; yanî mirov
bixwe armancan diyar bike û mafê redkirinê jî di destê xwe de bihêle. Tiştê
girêdayî rewşa şer û nakokiyan an rewşa piştî şer be, metirsî alozter in.
Yanî dikare hişê destkird bibe sedema kûrkirina neyeksaniya desthilatê bi
riya baştirkirina pêgeha aktorên bihêz, çunkî derfeta wê dide wan ku baştir
çavdêriyê bikin û dijberên xwe bikin armanc. Her weha dikare bibe sedema
dabeşkirina şiyanan bi riya alîkarîkirina saziyên lewaz, da ku bikarin
xizmetguzariyên bingehîn dabîn bikin, wek qeydkirina zanyariyan, perwerde û
tenduristî. Yanî heman teknolojî dikare her du encaman bide; tiştê ku
cudahiyê durust dike, cureyê hikûmetdariyê û şêwazê darêştina saziyan e. Bo
nimûne heger em bixwazin li Kurdistanê an li her navçeyeke din ku di nav
gelek şer û nakokiyan de derbas bûye sîstemekê ava bikin ku li ser bingeha
mirov be, divê ew sîstem rûmeta mirovî bike beşeke jêneveqetandî ya jêrxana
xwe, bi riya durustkirina wan belgeyên ku nasnameya kesan diçespînin û
dabînkirina xizmetguzariyan ji bo wan, û darêştina wan yasa û rêzikên ku ji
bo her kesî naskirî bin û karibin bên guhertin û sererastkirin. Bêyî van
aliyan, qisekirin li ser hişê destkird ê mirov-navend (human-centric) ji
sînorên rûpêlî (formal) derbas nabe.

- Gelek rêveberên teknolojiyê pêşkeftina hişê destkird wek hevrikiyeke cîhanî
pênase dikin. Gelo nêrîna li vê pêşkeftinê wek rikaberiya jeopolîtîk, çi
metirsiyan bi dû xwe de tîne?

- Ev metirsiyeke mezin e, çunkî ew mantiqî diçespîne ku kîjan alî paş bikeve,
dê têk biçe. Her gava te qebûl kir ku pêşxistina hişê destkird rikaberî û
pêşbazî ye, wê demê pirsên etîkî dibin mijarên duyemîn (pasîf).

Top