Mamoste Celal Xeylanî, Cîgirê Serokê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê: Zêdetirî rêberên şoreşên Kurdistanê mela û kesayetên olî bûn, an jî ji malbatên şêxên navdar bûn
Mamoste Celal Xeylanî, Cîgirê Serokê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê:
Zêdetirî rêberên şoreşên Kurdistanê mela û kesayetên olî bûn, an jî ji malbatên
şêxên navdar bûn
Mamoste Celal Xeylanî, cîgirê serokê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê
ye û yek ji zanayên navdar ên Îslamê ye li ser asta Kurdistanê. Ji bo axaftina
li ser peywendiya navbera ol û niştimanperweriyê, rola olê di bihêzkirina
pêkvejiyanê û aştiya civakî de, me ev hevpeyvîn bi wî re encam da.
Gulan: Mela û zanayên olî yên Kurdistanê di dirêjahiya dîrokê de ne tenê rêberên
olî bûn, belku ronakbîrên neteweyî bûn jî. Hûn peywendiya navbera îman û
hezkirina niştiman çawa dibînin?
Celal Xeylanî: Bi navê Xwedayê mezin û dilovan. Di çanda kurdewarî û têgihiştina
ola Îslamê de gotineke pir rast û tije hîkmet heye ku dibêje: "Hezkirina
niştiman ji îmanê ye." Xwedê mirov ji bo îbadetê afirandiye, lê ji bo îbadetê
cih û warekî aram pêwîst e. Heger niştimanê te tune be, tu nikarî bi asûdeyî
îbadetê bikî û ola te jî nayê parastin. Gava Pêxemberê me (s.a.w) bi neçarî ji
Mekeyê koç kir, berê xwe da Mekeyê û got: "Bi Xwedê, tu li cem min herî
hezkirîyê erd û welatan î, heger gelê min ez dernexistama, min tu carî tu bi cih
nehiştî." Ev nîşaneya herî mezin a hezkirina niştiman e.
Gulan: Yekbûna mîhrab û sengerê di şoreşên Kurdistanê de çi peyamekê dide nifşê
niha?
Celal Xeylanî: Di dîroka şoreşên Kurd de, piraniya serkirdeyên ku rêberiya
tevgeran kirine, yan mela bûn yan jî ji malbatên şêxan bûn. Bo nimûne: Şêx
Ubeydullahê Nehrî, Qazî Mihemed, Mela Îdrîs, Seyîd Riza, Şêx Seîdê Pîran, Şêx
Mehmûdê Hefîd, Mela Mistefa Barzanî, Şêx Ebdulselamê Barzanî û heta Mam Celal jî
ku ji malbateke şêxan bû. Van rêberan parastina ax û neteweyê wekî beşek ji
baweriya xwe ya olî didîtin. Ev peyam ji bo nifşê nû ew e ku: xebata ji bo olê
bêyî parastina niştiman û neteweyê nabe, û xebata ji bo niştiman jî bêyî nirxên
olî dikeve bin metirsiyê.
Gulan: Bingehên şer'î û exlakî yên li dijî sitem û dîktatoriya rejîmên berê yên
Iraqê çi bûn?
Celal Xeylanî: Armanca ola me rêgirtina li zilm û sitemê ye. Îslam hat da ku
wekhevî û dadperweriyê di navbera hemû mirovan de bicîh bike. Mela û zanayên me
bi piştbestina bi ayet û fermanên Xwedê, li dijî sitemê rawestiyan. Xwedê
dibêje: "Wisa nefikirin ku Xwedê ji karê zaliman bêagah e." Herwiha li gorî
fermanên Pêxember: "Yê ku li hemberî heqiyê bêdeng bimîne, şeytanekî lal e." Ji
ber wê, mela neçar e ku li dijî her zilmekê dengê xwe bilind bike.
Gulan: Rola dîrokî ya hicreyan (hujre) di parastina zimanê Kurdî û hişmendiya
neteweyî de çi bû?
Celal Xeylanî: Beriya 50-60 salan li Kurdistanê saziyên akademîk ên wekî
zanîngeh û dibistanan tune bûn. Hicre wekî "Ezhera Kurdistanê" bûn. Kesayetên
mezin ên dîrokê hemû di hicreyan de fêr bûn û mezin bûn. Hicre ne tenê cihê dîn
bû, belku cihê hînbûna niştimanperwerî, biratî û pêkvejiyanê bû. Derbarê
parastina zimanê Kurdî de, em deyndarê mela û feqiyan in. Di serdemekê de ku
nivîsandina bi kurdî ne asayî bû, helbestvanên wekî Nalî, Mehwî û Mewlewî bi
kurdî dinivîsandin. Melayê Gewre yê Koyê bi kurdî tefsîra Quranê kir û
bîrûbaweriyên nîştimanî yên helbestvanên wekî Bêkes û Qani' bûn bingehê manewî
yê zimanê me.
Gulan: Yekrêziya zanayên olî ji bo her çar parçeyên Kurdistanê çiqas girîng e?
Celal Xeylanî: Gelê Kurd di bingeh de yekparçe ye. Parçekirina Kurdistanê
sitemeke mezin bû ku li vî miletî hat kirin. Erka me ye ku em vê xeletiya dîrokî
rast bikin. Divê em gelê xwe hişyar bikin ku Kurdên li Bakur, Başûr, Rojhilat û
Rojava yek nasyon û yek netewe ne. Her çend ji ber dabeşkirina siyasî cudahiyên
mezhebî ketibin nav me jî, divê em zanayên olî hevaheng bin û tekez bikin ku em
hemû Kurd û misulman û zarokên yek Kurdistanê ne.
Gulan: Rola melayan di aştiya civakî de çi bû, bi taybetî di demên sext de?
Celal Xeylanî: Beriya Raperînê û beriya hikûmeta herêmê, saziyên me yên fermî
tune bûn. Heger li gundekî di navbera du kesan an du malbatan de pirsgirêkek
derketiba, mela di şevekê de ew li hev dianîn. Bêyî polîs û dadgeh, melayan
pirsgirêkên mezin çareser dikirin. Ez bi xwe şahidê vê yekê bûm ku pirsgirêkên
ku niha dadgeh di mehan de çareser nakin, melayan di şevekê de bi aştiyane
diqedandin.
Gulan: Hûn parastina mafên jinan ji aliyê zanayên olî ve çawa dinirxînin?
Celal Xeylanî: Îslamê pêgeha jinê bilind kiriye. Beriya Îslamê, jin wekî mal
(eşya) dihatin dîtin û tu mafê wan ê jiyanê tune bû. Îslamê wekhevî û dadperwerî
anî. Di Quranê de sûreteke mezin bi navê "En-Nîsa" (Jin) heye, lê sûretek bi
navê "Mêran" tune ye. Ev nîşaneya rêzê ye. Zanayên me jî her tim hewl dane bi
fêtwayên serdemî mafên jinan biparêzin.
Gulan: Rola mamosteyên olî di parastina ciwanan ji fikrên tundrew (radîkal) de
çi ye?
Celal Xeylanî: Îslam ola nermî û navendîbûnê (miyanrewî) ye. Xwedê ferman dike
ku em bi hîkmet û şîretên qenc banga dîn bikin. Di dema şerê li dijî DAIŞê de,
rola melayên Kurdistanê pir mezin bû. Wan ji ciwanan re rave kir ku kiryarên
DAIŞê ne Îslam in. Ji ber wê jî li bajarên me tundrewî pir kêm bû, berovajî
herêmên din ên Iraqê.
Gulan: Peyama we bo ciwanan li dijî tundrewiyê çi ye?
Celal Xeylanî: Ciwan hêza paşerojê ne. Divê ciwan çar tiştan ji hev qut nekin:
Ol (wekî çavkaniya exlakê), Niştimanperwerî (wekî nasname), Neteweperwerî (bêyî
nijadperestî) û Pêkvejiyan. Paşeroja welat li ser hişyariya wan tê avakirin.
