• Sunday, 12 July 2026
logo

Volodymyr Dubovyk, Profesîrê Peywendiyên Navdewletî li Zanîngeha Neteweyî ya Odesayê ji bo Gulan: Şerê Rûsya û Ukraynayê şikestina sîstema aştî û ewlehiya cîhanî nîşan daye

Volodymyr Dubovyk, Profesîrê Peywendiyên Navdewletî li Zanîngeha Neteweyî ya Odesayê ji bo Gulan: Şerê Rûsya û Ukraynayê şikestina sîstema aştî û ewlehiya cîhanî nîşan daye

 

Şerê Rûsya û Ukraynayê ku di Sibata sala 2022an de dest pê kir, tenê nakokiyeke
serbazî ya navbera du dewletan nebû, belku bû yek ji girîngtirîn wan kêşeyên ku
rûbirûyî sîstema ewlehî û siyasî ya cîhanê piştî bidawîbûna Şerê Sar bûne. Ev
şer gelek pirsên bingehîn derbarê bandora yasaya navdewletî, paşeroja
hevpeymaniyan, hevsengiya hêzê di navbera Rojava û Rûsyayê de û rola lîstikvanên
nû yên cîhanî xistiye ber nîqaşê. Di heman demê de, berxwedana Ukraynayê bûye
sedema guhertina pêgeha vê welatî di siyaseta cîhanî de û ev welat kiriye yek ji
mijarên sereke yên gotûbêjên peywendîdar bi ewlehiya Ewropa û birêxistinkirina
sîstema navdewletî.

Di vê hevpeyvînê de, Profesor Dr. Volodymyr Dubovyk, mamosteyê peywendiyên
navdewletî li Zanîngeha Neteweyî ya Odesayê (Ilya Mechnikov) û rêveberê Navenda
Lêkolînên Navdewletî, ronahiyê dixe ser bandorên stratejîk ên vê şerî, paşeroja
Ukraynayê û guhertinên hevpeymaniyan.

Gulan: Piştî zêdetirî sê salan ji şer, ma hûn wisa difikirin ku dagirkeriya
Rûsyayê ji bo Ukraynayê bi awayekî bingehîn sîstema cîhanî guhert, an tenê
kêmasiyeke binyadî di çarçoveya ewlehiya navdewletî de eşkere kir?

Dubovyk: Ez bawer dikim ku dagirkeriya Rûsyayê bi şêweyekî bêhempa, perde ji ser
wan kêmasî û rastiyan hilda ku we di pirsa xwe de amaje pê kiriye. Ango
şikestina sîstema ewlehiya cîhanî daxistiye holê. Bêguman ev dagirkerî bandoreke
mezin li ser ewlehiya Ewropayê kiriye û ev bandor gihîştiye derveyî sînorên
Ewropayê jî. Derbarê guhertina sîstema cîhanî de, divê em li bendê bin û
bibînin; ev yek bi kirdar û bertekên alî û lîstikvanên din ve girêdayî ye.

Gulan: Eşkere ye ku pêgeha cîhanî ya Ukraynayê ji ber berxwedana wê ya li dijî
dagirkeriyê hatiye guhertin. Li gorî we, di paşerojê de Ukrayna dê çi rolekê di
binyada ewlehiya Ewropa û navdewletî de bilîze?

Dubovyk: Di rastiyê de niha hemû pêşengiyên (priorîteyên) siyaseta derve ya
Ukraynayê bi vî şerî ve girêdayî ne. Ango her tişt bi wê ve girêdayî ye ku çi
dikare ji bo hewlên peywendîdarî vî şerî were kirin. Di niha de, dûrketiina ji
bin bandora Rûsyayê û tevlîbûna di binyada Ewropî de, ne tenê mijareke nîqaşê
ye, belku ji bo Ukraynayê bûye babetekî hebûn û tunebûnê (existential).

Gulan: Piştî ku Donald Trump desthilat li Koşka Spî girt dest, keşûhewayeke nû
ya siyasî li Amerîkayê çêbû. Gelo ev yek çawa bandorê li ser hevpeymaniya
stratejîk a navbera Ukrayna û Amerîkayê dike?

Dubovyk: Eşkere ye ku ew hevpeymaniya stratejîk a di navbera Dewletên Yekbûyî
yên Amerîkayê û Ukraynayê de di rewşeke pir baş de nîn e û kêm caran encamên
çaverêkirî bi dest dixe. Tevî vê yekê jî, Ukrayna hîn jî ji berdewamiya
peywendiyên xwe bi Amerîkayê re sûdwerdigire. Yek ji destkeftên Ukraynayê ew e
ku hemû hêviyên xwe tenê bi aliyekî ve girê neda û hewl da peywendiyên xwe
berfireh bike.

Gulan: Derbarê Deryaya Reş de, girîngiya wê ji Ewropaya Rojhilat derbas bûye û
bûye herêmeke nakok a cîhanî. Hûn girîngiya wê di warê bazirganiya navdewletî û
hevsengiya hêzê de çawa dibînin?

Dubovyk: Deryaya Reş ji bo hemû aliyên ku we behs kirine girîng e, çi ji bo
welatên herêmê û çi ji bo yên derveyî herêmê. Li vê deverê rîkaberiya hêzê di
navbera Rûsya û Ukraynayê de berdewam e û paşeroja vê herêmê bi radeyek mezin bi
encama vê rîkaberiye ve girêdayî ye.

Gulan: Helwestên welatên "Başûrê Cîhanê" (Global South) û hevpeymanên Rojavayî
li hember vî şerî cuda bûn. Ev cudahî çi nîşanî me dide?

Dubovyk: Divê em bêjin ku ev cudahiya dîtin û helwestan her tim hebûye. Ev
rewşeke asayî ye û beşek e ji berjewendî û bernameyên cuda yên lîstikvanên
herêmî. Hewla Ukraynayê ew e ku dengê wê were bihîstin, lê ev kar ne hêsan e.

Gulan: Gelek şirovekar dibêjin ev şer bûye rîkaberiya di navbera dewletên
otokratîk û yên demokratîk de. Hûn bi vê nêrînê re hevaheng in?

Dubovyk: Ez heta radeyekê zêde bi vê şiroveyê re me. Bêguman ev şer ne tenê li
ser bijartina şêوازekî siyasî ye, belku di heman demê de norm, biha, mafên
mirovan û saziyên demokratîk jî tê de xwedî rol in.

Gulan: Ger rojekê şer bi dawî bibe, astengiya herî mezin li pêşiya Ukraynayê dê
çi be?

Dubovyk: Hemû ew tiştên we behs kirin (avakirin, aborî, ewlehî) dijwar û bêhempa
ne. Ukrayna dê hewceyî her tiştî be. Yek ji kêşeyên herî mezin jî babetê
niştecîhbûnê û vegerandina wan welatiyên Ukraynî ye ku ji ber şer neçar bûn
welat biterikînin.

Gulan: Hûn paşeroja şer çawa dibînin? Gelo dê aştî çêbibe yan qonaxeke nû ya
bêîstîkrariyê?

Dubovyk: Bi dîtina min, rewşa qada şer dê encamê diyar bike. Dibe ku "şerê
westandinê" (war of attrition) berdewam bike heta ku aliyek bêhêz bikeve. Ji ber
vê yekê girîng e piştgiriya Ukraynayê berdewam bike da ku ew nebe aliyê ku pêşî
diweste. Encam çi dibe bila bibe, gumanên min hene ku aştiyeke demdirêj û
mayînde pêk bê.

Top