• Monday, 06 July 2026
logo

Merasîma oxirkirina termê Elî Xameneyî li Tehranê dest pê kir

Merasîma oxirkirina termê Elî Xameneyî li Tehranê dest pê kir

Bi beşdariya bi hezaran kesan, merasîma oxirkirin û veşartina Rêberê berê yê Îranê Elî Xameneyî li kolanên Tehranê dest pê kir. Tê payîn ku ev merasîm 10 saetan berdewam bike.

Li gorî televîzyona fermî ya Îranê, îro Duşemê (06.07.2026) termê Elî Xameneyî di nav kolanên paytextê re tê gerandin. Desthilatdarên Îranê amadekariyên berfireh kirine û tê pêşbînîkirin ku qerebalixiya li Tehranê heta êvarê berdewam bike.

Fermandarê serbazî General Hesen Hesenzade daxwaz ji cemawer kir ku bi aramî ber bi "Meydana Azadiyê" ve herin, ku biryar e merasîm li wir bi dawî bibe. Sedema vê banga general ew e ku rayedarên Îranê ditirsin bûyerên sala 1989an, di dema veşartina Ayetullah Xumeynî de, dubare bibin, ku wê demê ji ber qerebalixiya zêde û aloziyan gelek welatiyan canê xwe ji dest dabû.

Elî Xameneyî di sala 1939an de li bajarê Meşhedê ji dayik bûbû. Di dîroka Komara Îslamî ya Îranê de postên herî giring girtibûn destê xwe:

- Di navbera salên 1981 heta 1989an de Serokkomarê Îranê bû.

- Di sala 1989an de, piştî mirina Xumeynî, bû Rêberê Bilind ê Îranê.

Xameneyî di 86 saliya xwe de, di 28ê Sibata 2026an de di encama bombebarana li ser mala wî ya li navenda Tehranê de hatibû kuştin. Piştî mirina wî, kurê wî Mucteba Xameneyî wekî rêberê nû yê Îranê hate hilbijartin.

 

K24

Top