• Sunday, 05 July 2026
logo

Mesrûr Barzanî 250emîn salvegera serxwebûna Amerîkayê pîroz dike

Mesrûr Barzanî 250emîn salvegera serxwebûna Amerîkayê pîroz dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya 250emîn salvegera ragihandina serxwebûna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), peyameke pîrozbahiyê arasteyî gelê Amerîkayê kir û tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 4ê Tîrmeha 2026an, li ser hesabê xwe yê tora civakî (X) peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de got: "Em pîrozbahiyê li gelê Amerîkayê dikin bi boneya vê roja dîrokî û derbasbûna 250 salan di ser îmzekirina Daxuyaniya Serxwebûna wan re."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir: "Em hevbeşiya stratejîk û dostaniya xwe ya ligel Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bilind dinirxînin."

Mesrûr Barzanî amaje bi hevkariyên serbazî û ewlehiyê kir û got: "Em bi şanazî li dîroka hevkarî û karên xwe yên hevbeş di warê têkbirina terorê de dinêrin. Em bi hêvî ne ku peywendiyên me ji bo nifşên paşerojê hîn bêtir bihêz bibin."

 

K24

Top