• Sunday, 28 June 2026
logo

Pêşangeha ‘Tiliyên Afirîner’ li Qamişlo hat lidarxistin

Pêşangeha ‘Tiliyên Afirîner’ li Qamişlo hat lidarxistin

Li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê îro pêşangeha "Tiliyên Afirîner" hat lidarxistin. Di pêşangehê de afirîneriya jinan di warê hunerên destan û karên destan ên kevneşopî de hatin nîşandan.

Di pêşangehê de ku 20 jin û jinên ciwan beşdar bûn, şîraniyên mîna çîkolata, kulîçe, biskuwît fêkiyên hişkirî, her wiha aksesuarên malê, tablo, karên bi morîk, seramîk, hirî, çente, aksesuarên zarokan û vîtamîn û dermanên xwezayî hatin pêşandan.

Di merasîma vekirinê de ji rêveberên li Meclisa Jinên Sûriyeyê Mûna Yûsiv got: "Meclisa Jinên Sûriyeyê rêxistineke ji bo hemû jinên li herêmên cuda yên Sûriyeyê ye, pêşwaziya dengê jinên Sûriyeyê dike. Ew her wiha dixebite ku jinan ji hêla aborî ve bi hêz bike û piştgiriyê bide wan.”

Berpirsa "Koma Projeyên Biçûk" Semîra Şawîş jî got: "Jin beşdarî vê pêşangehê bûn û jêhatiyên xwe yên hunerî nîşan dan. Armanca me ew e ku jinan bi hêz bikin. "

Pêşangeh dê 2 rojan dewam bike û dê şevbêrkên helbestan û pêşbirk jî bên lidarxistin.

 

ANHA

Top