Araqçî : di danûstandinên wan ên ligel Amerîkayê de guhertinên dîrokî û giring çêbûne
Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî ragihand, bi navbeynkariya Qeter û Pakistanê ji bo bidawîkirina şerê Libnanê pêşveçûnên mezin hatine bidestxistin. Araqçî herwiha destnîşan kir, di danûstandinên wan ên ligel Amerîkayê de guhertinên dîrokî û giring çêbûne.
Wezîrê Derve yê Îranê li ser hesabê xwe yê tora civakî "X" aşkere kir, di encama danûstandinan de, hinardekirina petrol û petrokîmyaya Îranê ji lîsteya cezayan hatine derxistin. Araqçî got: "Dorpêçên aborî hatin rakirin û beşek ji pereyên Îranê yên ku hatibûn blokekirin, hatin azadkirin. Herwiha planeke mezin ji bo avadankirina Îranê dest pê dike."
Araqçî tekez kir ku "ezmûna rastîn" serkeftina wê şaneyê ye ku ji bo rêgirtina li berfirehbûna rageşiya li Libnanê hatiye avakirin. Di heman demê de, Tehran û Washington li ser mekanîzmayeke nû ji bo dabînkirina ewlehiya çûnûhatina keştiyan di Tengava Hirmuzê de li hev kirine.
Li gorî daxuyaniyeke hevpar a Qeter û Pakistanê ku serpereştiya danûstandinên li Burgenstock a Swîsreyê kirine, aliyan li ser nexşerêyekê li hev kiriye, da ku di nav 60 rojan de bigihîjin peymana dawî.
Ji bo vê armancê biryar hat dayîn:
- Komîteyeke bilind ji bo serpereştiya siyasî ya proseyê bê avakirin.
- Komên xebatê yên taybet ji bo dosyaya atomî, ceza û çareserkirina nakokiyan dest bi kar bikin.
- Kanaleke rasterast a peywendiyê bê vekirin, da ku rê li ber her xeletfehmî yan rûdaneke nexwestî li naçeyê bê girtin.
Wezareta Derve ya Îranê da zanîn, gera yekem a danûstandinên asta bilind bidawî bûye, lê tîmên teknîkî li Swîsreyê dimînin da ku hûrgiliyên peywir û berpirsiyariyên aliyê beramber temam bikin.
K24
