Serok Barzanî li Zaxoyê beşdarî çaremîn festîvala Şal û Şapikan kir
Roja çarşemê li Rêveberiya Serbîxwe ya Zaxoyê Serok Mesûd Barzanî beşdarî festîvala çaremîn a Şal û Şapikan bû.
Di festîvalê de ku hejmareke ber çav ji xelkê hemû navçeyên Kurdistanê tê de amadebûn, tê de çanda cil û bergên navçeyên cuda ên navçeyên Kurdistanê hatin pêşandin.
Serok Barzanî serdana hemû beşên wê festîvalê kir, ji aliyê hunermendên navçeyên cuda ên Kurdistanê çend çalakî û pêşandanên hunerî hatin encamdan.
