Mehmet Alî Abakay navendek bi 200 hezar berhemî ava kiriye
Li Diyarbekirê mamosteyekî bi xebata xwe salan navenda lêkolînên bajêr ava kiriye ku tê de ji 200 hezarî zêdetir berhem hene. Di navenda lêkolînên bajêr de bi taybetî derbarê Diyarbekir û derbarê gelek bajarên din de çavkaniyên dîrokî hene. Mamosteyê ku navend ava kiriye dide zanîn ku gelek caran di xebatên akademik de jî akademisyen û xwendekar sudê ji navenda lêkolînên bajar werdigrin.
Mehmet Alî Abakay, di sala 1965an de li navçeya Çinar a Diyarbekirê hatiye dinê û ji zaroktiya xwe ve pirtûkan bala wî kêşaye û bi vê yekê ve girêdayî jî li Zankoya Dîcle mamostetiya wêjeyê xwendiye û bênavber 35 salan mamostetî kiriye û li gel mamostetiyê jî 24 pirtûk nivîsandine û keda wî di gelek berhem û xebatên akademik de heye. Nivîskar Mehmet Alî Abakayê ku wisa ji lêkolîn, xwendin û nivîsê hes dike beriya 44 salan dest bi xebatek taybet û watedar kiriye ku derbarê bajaran de hemû cure çavkaniyan berhev dike û niha di encama van xebatên xwe de li Diyarbekir Navenda Lêkolînên bajêr ava kiriye ku tê de ji 200 hezarî zêdetir berhem hene.
Nıvîskar û lêkoler Mehmet Alî Abakay ji Kurdistan24ê re got: “Di sala 1982yê de min dest bi berhevkirina van berheman kiriye, ji 200 hezarî zêdetir berhem tê de hene, ji zaroktiya xwe ve ez pirtuka dixwînim û min ji pirtûkxaneyan pirtûkên derbarê Diyarbekirê de distandin.”
Nivîskarê ku bi salan e çavkaniyan berhev dike di destpêkê de berhemên ku diketin destê wî de li malê bicih dikir lê piştî demekê êdî mala wî jî têrê nekiriye ku wî bargehek kire kiriye û dawiya dawî jî bi derfetên xwe yên sînordar Navenda Lêkolînên bajêr ava kiriye.
Mehmet Alî Abakay herwiha got: “Li vê derê 4 beş hene, beşa yekem a Diyarbekir e, ya duyem beşa bajarên din ên Tirkiyeyê ne , beşa sêyem bajarên dewletên biyanî ne, beşa çarem de jî wêne, band, plak, kovar rojname hene.”
