• Monday, 18 May 2026
logo

Li Şamê vestîvala ‘Rojên Çanda Kurdî’ bi govend û dîlanê bidawî bû

Li Şamê vestîvala ‘Rojên Çanda Kurdî’ bi govend û dîlanê bidawî bû

Li paytextê Sûriyê, Şamê, festîvala "Rojên Çanda Kurdî" piştî pênc rojan ji çalakiyên hunerî û çandî bi dawî bû. Ev festîvala ku di bin sîwana Wezareta Çandê de hat lidarxistin, kelepûra kurdî wekî beşekî resen ê nasnameya Sûriyê pêşkêş kir.

Di festîvalê de komên hunerî yên wekî "Aştî" û "Lamasat" bi govendên folklorîk û berhemên muzîkê yên taybet derketin ser sehneyê. Van pêşandanên ku reng û dengê Kurdistanê anîn dilê Şamê, rastî pêşwaziyeke mezin a xelkê û hunerhezên Sûrî hatin.

Serperiştyarê çalakiyê Idrîs Murad di daxuyaniyekê de ji ajansa SANAyê got, ev festîval xewnek bû ku cara yekem li ser sehneyên paytextê pêk hat. Murad tekez kir, çanda kurdî mîna rengekî sereke yê mozaîka Sûriyê ye û ev cara yekem e ku piştî salên dûr bi vî rengî deng vedaye.

Herwiha hat diyarkirin ku amadekariyên festîvalê çar mehan dom kirine û bi boneyê Cejna Zimanê Kurdî hatiye organîzekirin. Idrîs Murad bal kişand ser dewlemendiya çandî û got, pêwîst e hemû pêkhateyên welat li ser çand û hunera hevdu agahdar bin, da ku biratî xurt bibe.

 

K24

Top