• Tuesday, 05 May 2026
logo

Krîstiyanên Mûsilê: Tenê li cihên ku Pêşmerge lê ne ewlehiya me heye

Krîstiyanên Mûsilê: Tenê li cihên ku Pêşmerge lê ne ewlehiya me heye

Nêzîkî 11 sal in ku Krîstiyanên Mûsil û Deşta Neynewayê ji ber êrîşên DAIŞê, aware bûne û li parêzgeha Dihokê dijîn. Tevî ku demeke dirêj derbas bûye, penaberên Krîstiyan ji ber nebûna ewlehiyê û xemsariya hikûmeta Iraqê naxwazin vegerin ser mal û milkên xwe.

Piştî êrîşên DAIŞê yên sala 2014an, bi hezaran malbatên Krîstiyan ji Mûsilê reviyan û li Herêma Kurdistanê bicih bûn. Tevî ku Mûsil hatiye rizgarkirin jî, hîn jî krîstiyan vegera bo wir wekî metirsî dibînin.

"Li Mûsilê êdî malbatên Mesîhî nemane"

Welatiyê Krîstiyan ê aware Danyal Şemûn ku 11 sal in li Dihokê dijî, derbarê rewşa wan de got: "Em 11 sal in li vir penaber in. Vegera me ya bo Mûsilê ji ber sedemên siyasî û ewlehiyê hîn jî ne gengaz e. Li navenda bajarê Mûsilê êdî malbatên Mesîhî nemane û em nikarin di bin van mercan de vegerin."

Berî sala 2014an, hejmara Krîstiyanan li Deşta Neynewayê nêzîkî 350 hezar kesî bû. Lê piştî derketina DAIŞê, nîvê vê hejmarê koçî dervayî welat kirin. Yên ku li welat mane jî, piranî li Hewlêr û Dihokê di nava aramiyê de dijîn û baweriyê bi saziyên hikûmeta federal a Iraqê nayînin.

"Hikûmeta Iraqê li hemberî mafên me xemsar e"

Çalakvanê Krîstiyan Heysem Potris bal kişand ser bêbaweriya wan a li hemberî Bexdayê û parastina Pêşmerge ya li herêmên Kurdistanî û got:

"Hikûmeta Iraqê li hemberî mafên Mesîhiyan gelekî xemsar e. Gelê me baweriyê bi saziyên hikûmetê nayîne. Li herêmên wekî Alqoş û Telsqufê ku Pêşmerge lê hene, xelk hinekî bi aramî dijî, lê li navenda Mûsilê ewlehî tune ye."

Li gorî amarên dawî yên Rêveberiya Koç û Koçberan, niha zêdetirî 700 malbatên Krîstiyan ên Mûsilê li parêzgeha Dihokê dijîn. Daxwaza wan a serekî ew e ku hikûmeta Iraqê mafên wan mîna hemû pêkhateyên din biparêze û jiyaneke bi rûmet û ewle ji wan re dabîn bike.

Krîstiyanên li Herêma Kurdistanê tevî ku jiyana awarebûnê dijwar be jî, ji ber ewlehiya herêmê dixwazin li Herêma Kurdistanê bimînin.

 

K24

Top