• Tuesday, 05 May 2026
logo

Tevgereke nû bi navê "Tevgera Apoyî" hat ragihandin

Tevgereke nû bi navê

Di salvegera yekemîn a hilweşandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de, bi beşdariya rêveberên payebilind avakirina "Tevgera Apoyî" hat ragihandin.

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi beşdariya endamên payebilind ên serkirdatiyê, daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de salvegera yekemîn a Kongreya 12’an a PKK’ê (kongreya xwehilweşandinê) hat bibîranîn û qonaxeke nû ya têkoşînê hat aşkerekirin.

Medyaya nêzîkî tevgerê ragihand, di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser pêşhatên dawî yên pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk". Hat diyarkirin ku piştî hilweşandina fermî ya PKK’ê, niha bi navê "Rêveberiya Tevgera Apoyî" têkoşîna siyasî û civakî derbasî qonaxeke nû bûye. Rêveberiyê di sala yekem a vê veguherînê de destkeftiyên hatine bidestxistin nirxandin û tekezî li ser berdewamiya projeya daxwaza aştiyê kirin.

Ev guhertina stratejîk piştî banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibata 2025’an de pêk hatibû. Ocalan di wê demê de bang kiribû ku "stratejiya têkoşîna çekdarî ya li hemberî Tirkiyeyê" bi dawî bibe û PKK hebûna xwe ya rêxistinî hilweşîne, da ku rê li ber pêvajoyeke nû ya demokratîk vebe.

Li ser vê bangê, PKK’ê di navbera 5-7’ê Gulana 2025’an de Kongreya xwe ya 12’an lidar xistibû û bi fermî biryara dawîkirina hebûna xwe ya rêxistinî ragihandibû.

Rêveberiya nû ya Tevgera Apoyî destnîşan kir, armanca wan a sereke di vê qonaxê de, xurtkirina têkoşîna siyasî ya ji bo avakirina civakeke demokratîk û çareserkirina pirsa Kurd bi rêyên aştiyane ye. Hat diyarkirin ku ev veguherîna siyasî ji bo aramiya herêmê pêngaveke stratejîk e.

Tê çaverêkirin ku di rojên pêş de "Rêveberiya Tevgera Apoyî" derbarê bername û hûrgiliyên xebata xwe de daxuyaniyên berfirehtir parve bike.

 

K24

Top